Tebax 24, 2020 19:36 Asia/Tehran
  • Zerîf:

Wezîrê karên derve yê Îranê got: Imaratê jibo kirrîna elwehiyê berê xwe daye Rêjîma Siyonîst, ev di halekî da ye ku Israîl nikare ewlehiya xwe dabbîn bike.

Muhemed Cewad Zerîf, Wezîrê karên derve yê Îranê berêvara Duşemiyê di axaftina xwe ji civînên "Cîhana di derbasbûnê da", got: Teqrîben gişt welatên derdora Kendava Farisê ji billî Îran ê ûvê dawiyê jî Iraqê, ji ber nivîşkanî û nebûna demokrasiyê rencê dikişînin û beşdariya gelê wan ji diyarkirina çarenivîsa xwe di asta herîkêm da ye.

Wezîrê karên derve yê Îranê destnîşan kir: Hema bêje gişt welatên başûrê Kendava Farisê bi hev ra kêşeya erdî û rikeberî hene û ji bilî vê yekê, welatên erebî digel welatên ne-ereb jî kêşe hene.

Zerîf destnîşan kir: Nebûna hevsengiya erdnigarî û demografî û çavkaniyên xwezayî ji kêşeyên din ên ciddî yên navçeyê ye ku bûye sebeb hin welat jibo bidestxistina çavkaniyan êrîşî ser cînarên xwe bikin.

Wezîrê karên derve yê Îranê her wiha bal kişande ser têkçûna biryarnameya pêşniyarkirî ya vê dawiyê ya Amerîkayê li Konseya Ewlehiyê ya NY jibo dirêjkirina boykota çekdariyê li ser Îranê û ev serneketin encama pêkhatina hin guhertinan di pêwendiyên navneteweyî da zanîn.
 

Serepeyv