Tebax 13, 2020 22:49 Asia/Tehran
  • Zerîf: Jinavbirina Peymana Navokî ji aliyê Amerîkayê ve wek vegerîna ser qanûna cengelê ye

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî yê Îranê nivîsiye: Vekirina destê Amerîkayê ji bo jinavbirina tam a Peymana Navokî ya tev Îranê tê wateya vegerîna ser qanûna cengelê (daristanan).

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî yê Îranê Muhemed Cewad Zerîf  di gotareke nivîskî de ku li rojnama Le Monde a Fransayê daye weşandin nivîsiye: Dewleta vê demê ya Amerîkayê hewl dide ku Peymana navokî ya navbera Îranê û Koma 5+1 (Amerîka, Rûsya, Çîn, Brîtanya, Fransa û Almanyayê) ya sala 2015 bitûm hilweşîne, ev tê wateya pêkanîna metirsiyê ji bo çendalîxwaziyê û mafên navneteweyî û îmha kirina vê şêwaza cîhanî.

Zerîf bal kişand ser vê yekê ku nermbûn û bê pêşbînîbûna dewleta Amerîkayê tê pêwendiya xwe bi teoriya Lîstik re tine û di dewamê de nivîsî: Dewleta vê demê li Amerîkayê çi di warê birêveberiya xirab a  krîza Kovîd-19 di nav Amerîka bi xwede çi jî di warê lawazkirina aştî û îstiqrarê li derveyî vî welatî de, ti bernameyeke xwe ji bilî êrişa bê hedef ser kesên ku peyrewiya hikûmeta qanûnê diken, tineye.

   Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî yê Îranêdesnîşan kir: Îran welatek e ku ketiye ber boykotên herî xirab û şerûdane  û nivîsî: Dewleta vê demê a Amerîkayê  ti stratejiyek derbarê pêşeroja civaka cîhanê  raber nekiriye û şêwaza nêzîkbûna vê dewletê li babeta Biryarnama 2231 ya Konseya Ewlekariyê ya NY mînakek eşkera ji kiryarên şaş ên vê dewletê ye.

Dewleta Amerîkayê duh di dewama kiryarên xwe yêm li dijî Îranê, biryarnama xwe ya pêşniyarkirî derbarê dirêjkirina ambargoyên çek û sîlahan li dijî Îranê raberî Konseya Ewlekariyê ya NY  kir. Eva di rewşekê de ye ku li gor  Biryarnama 2231 ya vê Konseyê, ambargoyên çek û sîlahan li dijî Îranê di 18 meha Çiriyê bi dawî tê.   

Biryar e dema dengdayîn bo vê biryarnamê were diyarkirin, lê werxuya dike ku ev kiryarê Amerîkayê li dijî Îranê dengê pêwîst bi dest naxe û ew ê têk here.

Serepeyv