Rêberê Înqilaba Îslamî: Hêzxurtên koloniyalîst bi çikirina hesta heqaret û biçûkbûnê ser netewan serdest dibin
Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ya Îranê desnîşan kir: Hêzxurtên koloniyalîst û serdestxwaz bi çêkirina hesta heqaret û biçûkbûnê di nav netewan de dixebitin ser wan bi deshilat û serdest bibin.
Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî ya Îranê, Hz. ayetullah Xamineyî bi minasibeta hilketina salvegera girêdana peymana bi serşûrî ya 1919 peyamek di medyaya civakî ya Twitterê de weşand û tê de diyar kir: Mînakek ji kiryarên wiha yên Koloniyalîstan heman peymana qirêj ya 1919 ya Wusûqûlduleyê bi nav û bang e ku tê de haleta hiqaret û biçûkbûna gelêrî û bêdeshilatiya gel li karûbarên welêt xuya dike.
Li nehê Tebaxa 1919 Wusûqûldule serwezîrê wê demê yê Îranê û Lord Curzon wezîrê karên derve yê Brîtanyayê prymana bi nav û deng a 1919 îmza kirin.
Li gor vê peymanê gişt rêxistinên leşkerî û ewlehiyê û yên fînansî yên Îranê diketin bin çavdêriya Brîtanyayê û di vî halî de serpişkiya Riya Trenê (riya hesin) jî dan Brîtanyayê.
Tê gotin ku Wusûqûldule û du wezîrên wî jî ji ber girêdana vê peymanê pereyek zav wek bertîl ji Brîtanyayê standin.