Tebax 04, 2020 11:54 Asia/Tehran
  • Ala û Sembola Fîdakariyê bo Zanîngeha Efseriyê ya Îmam Elî (S) ya Artêşa Îranê dê were xelatkirin

Ala û Sembola Fîdakariyê bi pesendkirina Fermandarê mezin ê gişt hêzên Îranê bo Zanîngeha Efseriyê ya Îmam Elî (S) ya ya Hêza bejahiyê ya Artêşa Îranê dê were xelatkirin.

Li gorî rapora roja Sêşemiyê ya Navenda Ragihandinê ya Artêşa Îranê, Bi pêşniyara Artêşê û Erkantiya giştî ya Hêzên çekdar ên Îranê bo Fermandarê mezin ê gişt hêzên Îranê derbarê xelatkirina Ala û Sembola Fîdakariyê ya hezar û 184 şehîdên xwendekar û perwerde temamirî yên Zanîngeha Efseriyê ya Îmam Elî (S) ya Hêza bejahiyê ya Artêşa Îranê, piştî pesnedkirina wî, ev zanîngeh şanaziya wergirtina Ala û sembola "Fîdakariyê" bi dest dixe û ev yek ji Emîr serleşker Seyid Ebdulrehîm Mûsewî, Fermandarê gişt ê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê hat ragihandin.
Zanîngeha Efseriyê ya Îmam Elî (S) ya Hêza bejahiyê ya Artêşa Îranê bi perwerdekirina efserên bawermend û hebûna rola bibandor di xurtkirina şiyana cengî û berevaniyê, bi caran ketiye ber qencî û dilovaniya Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî û nasnavên weke "Feyziyeya Artêşê", "Navenda zanist û Cîhandê" û "Zimhêrên Hêviyê" ji aliyê wî va wergirtine.

Serepeyv