Wezîrê Berevanîyê yê Tirkîyê gef li HSD xwar
Kanûn 20, 2025 19:10 Asia/Tehran
Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê careka din gef li HSD xwar û ragihand ku welatê wî ji bo ihtimaleke têkildarî HSD amade ye.
Yaşar Guller Wezîrê Berevanîyê yê Tirkîyê got ku welatê wî baş dizane ku himber HSD divê çi bike û dikare kiryarên di salên buhurî da dubare bike.
Wî herwiha got: Em helwesta Şamê derbara tevlikirina HSD di nav artêşa Sûrîyê da tê digihîjin. HSD divê tevli artêşa Sûrîyê bibe.
Di halekî da ku Tirkîyê vê dawîyê çend karwanên leşkerî yên nû şandine Sûrîyê, Hakan Fîdan Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê jî vê dawîyê idia kirîye ku welatê wî dil tineye êrişî HSD bike, lê hişyarî da ku sebra alîyên têkildar bi tşia ku ``derengmayîna bicihanîna rêkevtinameya tevlikirina di artêşa Sûrîyê da`` bi nav kir, ber bi dawîyê va ye.