Partîyên iraqî di çep u rasta hilbijartina serokên dezgehên birêvebirina welêt da
Di halekî da ku dema lidarxistina yekem civîna dewra nû ya parlimana Iraqê nêzîk dibe, partî u alîyên sîyasî yên vî wealtî hela jî mijûlê hesabên lihevalîyayî yên navxweyî u li ber zextên derveyî ne u hela jî biryar nedane ku berbijarên serokatîya parliman, serokomartî u serokwezîrtîyê bidin nasandin. Ev derengmayîna nîşan dide ku nakokîyê kûr ên etnîkî û hevalbendîyê hene ku dikarin pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê pêrgî berbend u hevkêşîyê bikin.
Ebdulletîf Cemal Reşîd Serokomarê Iraqê ji parlimanê xwestîye ku civîna destpêkirina dewra nû di 29ê Kanûnê da li dar bixe. Li gorî qanûna bingehî a Iraqê, di wê civînê da ku bi serokatîya parlimanterê herî mezinemir tê lidarxistin, serokê parlimanê tê bijartin, paşê Serokomar u bi dû wê jî berbijarê Serokwezîrtîyê tên nasandin. Serokomar jî divê di meheke piştî destpêbûna dewra parlimanê were bijartin u fraksyona pirranî jî serokwezîr destnîşan bike.
Piştî dewra vê dawîyê ya hilbijartinên parlimanê, rawêjkarî ser bingeha kursîyên partîyan dest pê bûne, lê nakokî giran in, bi vî awayî ku sunneyan ji bo nasandina serokê parlimanê, Çarçova Hevahengîya Şî`eyan di nasandina Serokwezîr û kurdan jî di nasandina berbijarê serokomartîyê da lihev nekirine. Eşwaq Caf yek ji berpirsên payebilind ên PDK vê dawîyê gotibû ku posta serokomartîya Iraqê idî ne pawana partîyekî dîyar e. Di raswêjkarîyên ji bo berbijarê serokatîya parlimanê da pêşketin heye, lê hê nebûye fermî, ji ber ku muzareyên têkildarî hûrgilîyan hela jî didomin.
Emmar Ezawî yek ji serokên Hevalbendîya Sîyadeyê (mezintirîn hevalbendîya sunneyan) got: Konseya sîyasî ya sunneyan di atmosfereke erênî da gotûbêjê dike û yê hefteya bê derbara nasandina yek an du berbijarên serokatîya parlimanê da biryarê bide. Em hewil didin ku nakokîyên navxweyî kêm bikin ta rê li ber bêtifaqîyên berê were girtin, nemaze ku posta serokatîya parlimanê kilîda rêkxistina sunneyan e.
Çavdêr jî hişyarîyê didin ku ev pêşketina maye ser helwesta Çarçoveya Hevahengîyê ya Şî`eyan derbara berbijarê posta serokwezîrtîya Iraqê da ku faktora herî bibandor di seranserê vê demajoyê da ye. Çarçoveya Hevahengîyê ya Şî`eyan a Iraqê heta nika 5 civîn li dar xistîye, lê rawêjkarîyên derbara berbijarê serokwezîrtîyê dahê negihîştine encamê. Baqir Sa`idî parlimanterê iraqî jî aşkira ku navê 27 heta 30 berbijarî ji bo vê postê di rojevê da ye.
Kurdên Iraqê jî li ser berbijarê xwe yê posta serokomartîyê lihev nekirine û xitimîna derheq pêkaîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê didome. Ev xitimîna qada sîyasî ya Iraqê, dubarebûna rêbaz u mînakên berê yên vî wealtî tîne bîra mêriv û dikare istiqrara sîyasî û pêkanîna hikûmeta nû bêxe derengîyê.
Çavdêr jî dibêjin ku lihevkirina têkildarî her sê postên amajepêkirî, hewcedarê lihevhatina etnîkî ye ta ku bi vî awayî rê li ber dubarebûna qeyranên berê têkildarî pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê were girtin.