Kanûn 20, 2025 19:05 Asia/Tehran
  • Rexnekirina Bakirhan himber MHP: Di 100 rûpelan de dibêjin Pirsgirêka Kurdan li Tirkîyê tineye

Hevserokê DEM Partîyê derbarê raporên AKP, CHP û MHPyê yên li ser Pirsgirêka Kurdan û pêvajoya çareseriyê de çend peyam belav kirin.

Tuncer Bakirhan raporên partiyên siyasî, pêşhatên pêvajoya çareseriyê û qonaxên xebatên Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê li Tirkîyê nirxand.

Tuncer Bakirhan rexneyên tund ji helwesta MHP û CHPyê girtin û got Ji wan 120 rûpelên ku MHPyê nivîsîye, di 100 rûpelî de dibêje li Tirkîyê pirsgirêkek bi navê Pirsgirêka Kurdan tineye.Ev yek bi gotin û helwestên wêrek ên dawî yên Bahçelî re li hev nayê.

Bakirhan derbarê CHPyê de jî û got:CHPê Pirsgirêka Kurdan xistiye nav kîsekî pirsgirêkên cur bi cur da.

Serepeyv