Hevkarîya nêzîktir a Moskow u Têhranê ji bo pêngava kêrhatîtir himber boykotan
Kanûn 18, 2025 22:19 Asia/Tehran
Wezîrê Karên Derve yê Îranê got: Hevkarîya nêzîktir a Moskow u Têhranê pêngavrakirina kêrhatîtir himber boykotên neqanûnî yên welatên rojavayî pêkan dike.
Seyîd Ebbas Iraqçî di dawîya seredana xwe ya Moskowê da, li rûpela xwe ya X`ê nivîsî: Wezaretên karên Derve yên her du welatan ser bingeha Peymana Şirîkatîya Sitratejîk a Îran u Ûrsêtê, têkildarî nexşerêyeke sêsalî lihev kirin ta ku hevkarî u hevahengîyên dualî rêk bixin û zêdetir jorda bibin. Hevkarîya nêzîktir a Moskow u Têhranê pêngavrakirina kêrhatîtir himber boykotên neqanûnî yên welatên rojavayî, xurtkirina istiqrara herêmî, pêşdebirina projên binesazîyê û girtina pêşîya kiryarên neqanûnî li Konseya Emnî ya NY pêkan dike.