Şandina 239 berhemî ji bo çaremîn mehrîcana neteweyî ya êtodên dramatîk
Sekreterê çaremîn mehrîcana neteweyî ya êtodên dramatîk ên Îranê got: 239 berhem ên hunermendên 31 parêzgehên welêt bo nivîsgeha çaremîn mehrîcana neteweyî ya êtodên dramatîk ên Îranê ku bi mazûvaniya bajarê Bokanê tê li darxistin, hatine şandin.
Kawe Muhemedzade di vê barê de got: Parêzgeha Farsê bi şandina 27 berheman pişka herî zêde di nava berhemên ku gihîştine nivîsgeha Mehrîcanê, pêk tîne û piştî wê Azerbaycana Rojava bi 23 berheman, Têhran bi 15 berheman, Kurdistan bi 13 berheman û parêzgehên Azerbaycana ojhilat, Erdebîl û Xoresana Rezewî her yek bi 10 berheman di pileyên din de cih digrin.
Wî armanca lidarxistina vê bûyerê naskirina behreyên nû, piştgiriya ji îde û fikrên nû di warên hunerên dramatîk, pêkanîna hevrikiyê di navbera hunermendan û jordebirina cih û şûna êtodên dramatîk li welêt da zanîn. Çaremîn mehrîcana neteweyî ya êtodên dramatîk a Îranê bi mazûvaniya Bokanê tê lidarxistin û ji ber pêşwzaiya berfireh a hunermendan, wekî yek ji bûyerên giring ên şanoya welêt yên îsal tê hesabê.