Volîbolîstê parêzgeha Kurdistanê tevlî tîmeke îtalyayî bû
Berzan Rehmetî, Berevanê volîbolê û ji şarezayên vê rişteyê bi îmzekirina peymaneke fermî tevlî tîma Doncînaya Îtalyayê bû.
Berzan Rehmetî, volîbolîstê kurdistanî yê beşa berevaniyê û xelkê bajarê Qurweyê ku 20 salî ye û ji şarezayên volîbola Kurdistanê tê hesab bi îmzekirina peymakeke fermî tevlî tîma Canottieri Ongina ya Îtalyayê bû.
Ev tîm ku li bajarê Montîçlî Doncîna ya parêzgeha Piyaçênzayê ye beşdarê pêşbirkên Serî B ya volîbola mêrana Îtalyayê bûye û wekî yek ji yaneyên pêşeng û serkevtî di perwerdekirina behreyên cuwan de tê naskirin.
Tevlîbûna Berzan Rehmetî nav volîbola Îtalyayê û lîstina di lîga volîbola vî welatî, bûyereke bi nirx jibo werzişa parêzgeha Kurdistanê û wekî gaveke giring di rêya pêşketina vê riştê û lîstikvanê ciwan ê vê parêzgehê tê hesabê.