Hunermenda pêşeng a sineyî Daye Mîna koça dawî kir
Çîmen Nasirî, Hunermenda pêşeng a sineyî ku xelk wê bi navê Daye Mîna nas dikirin piştî hemilandina nexweşiyê li nexweşxaneya Tohîdê ya Sinê koça dawî kir.
Rehemetî Şîmen Nasirî, yek ji kesayetiyên navbang û bibandor ên hunera xwecihî û gelanî ya Sinê bû ku bi salaln bi çalakiya xwe ya berdewam roleke girîng di parastin û belavkirina çand û hunera Kurdî de lîst. Navê Daye Mîna ji bo gelek ji xelkê Sinê û çalakên di warê çand û hunerê de, esilbûn, nasname û peywendiyên kûr bi çanda xwecihî ya Sinê tîne bîra wan; Hunermendek ku hertim di nava gel de bû û bi çalakiyên xwe yên hunerî pareke mayinde di rêzgirtina mîrata çandî û hunerî ya navçê de hebû.
Ew hunermenda pêşeng şeva Pêncşemiyê piştî hemilandina nexweşiyê li nexweşxaneya Tohîdê ya Sinê koça dawî kir.