'Li himbêza darê' bû nûnera sînemaya Îranê li Oskarê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i351349-'li_himbêza_darê'_bû_nûnera_sînemaya_Îranê_li_oskarê
Fîlma sînemayî ya 'Li himbêza darê' ji nav sê berbijêrên dawiyê, bi pirraniya dengan wek nûnerê sînemaya Îranê bo Akademîya Oskarê ya 2025an hat danasîn.
(last modified 2024-09-21T10:46:07+00:00 )
Îlon 21, 2024 14:15 Asia/Tehran
  • 'Li himbêza darê' bû nûnera sînemaya Îranê li Oskarê

Fîlma sînemayî ya 'Li himbêza darê' ji nav sê berbijêrên dawiyê, bi pirraniya dengan wek nûnerê sînemaya Îranê bo Akademîya Oskarê ya 2025an hat danasîn.

Li gorî rapora ISNAyê, Beşa Peywendiyên Gelemperî ya Binyata Sînemayî ya Farabîyê ragihand: Desteya danasîna nûnera sînemaya Îranê bo Akademîya Oskarê, piştî 10 rojan vekolandin û venihêrîna fîlmên ku şert û mercan dabîn dikin, fîlma sînemayîya 'Li himbêza darê' bi kargêriya Babek Xwace-Paşa wek nûnera Îranê ji Oskara 2025an ra da nasandin.

Belgefîlma Îsatîs bi kargêriya Elîreza Dêhqan, Fîlma sînemayî ya "Bajarê Bêdeng" (Şehrê Xamûş) bi kargêriya Ehmed Behramî û fîlma 'Li himbêza darê' bi kargêriya Babek Xwace-Paşa sê berbijêrên dawiyê yên vê desteyê bûn.