Monodramaya Selme bo cara yekê li Kerkûkê hat nîşandan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i345554-monodramaya_selme_bo_cara_yekê_li_kerkûkê_hat_nîşandan
Monodrama Selme ku ji aliyê Koma Şanoyê ya Hewar ve hatiye çêkirin, li gundê Topzawa hat nîşandan
(last modified 2023-12-24T01:46:40+00:00 )
Kanûn 24, 2023 05:10 Asia/Tehran
  •  Monodramaya Selme  bo cara yekê li Kerkûkê hat nîşandan

Monodrama Selme ku ji aliyê Koma Şanoyê ya Hewar ve hatiye çêkirin, li gundê Topzawa hat nîşandan

Monodrama Selme ku ji aliyê Koma Şanoyê ya Hewar ve hatiye çêkirin ku qonaxên cuda yên qirkirina kurdan bi taybetî Enfalê vedibêje,  li gundê Topzawa derket pêşberî temaşevanan.

Li Kerkûkê, li girtîgeha kevn ya Topzawa, monodrama Selme ji aliyê Koma Şanoyê ya Hewar ve hat nişandan.

Monodrama Selme qal qonaxên li pey hev yên qirkirina kurdan, bi taybetî jî Enfalê dike. Sedema bijartina baregeha leşkerî ya Topzawa ji bo nîşandana monodramayê, ji ber dîroka wê ye, ku di dema Enfalê de ji aliyê rejîma Beisê ve weke girtîgehekê dihat bikaranîn.

Di vê şanoyê de çend hunermend û rewşenbîrên Kerkûkê û xelkê gund jî amade bûn. Ev monodrama ji aliyê Dr. Dilşad Mistefa ve hatiye nivîsandin, derhênerê wê Nejad Necme,