Albûma nû ya Seyidxan Sevînç a bi navê Lerz derket
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i344437-albûma_nû_ya_seyidxan_sevînç_a_bi_navê_lerz_derket
 Hûnermend Seyidxan Sevînç piştî demeke dirêj duyemîn albûma xwe ya bi navê “Lerz” derxist.
(last modified 2023-10-27T11:15:32+00:00 )
Çirî 27, 2023 14:41 Asia/Tehran
  • Albûma nû ya Seyidxan Sevînç a bi navê Lerz derket

 Hûnermend Seyidxan Sevînç piştî demeke dirêj duyemîn albûma xwe ya bi navê “Lerz” derxist.

Seyidxan Sevînç got ku ew albûm çîroka jiyana wî ye.

Albûma Lerz ji 8 stranan pêk tê: Berav, Zendê, Xwelîser, Xanim, Xensê, Nadim, Min Serê Xwe Rakir û Gav.

Sevinç da zanîn ku gotinên piraniya stranên wî Haymatlos Suad nivîsîne û Onur Ozçelik jî aranjeya wan kiriye.

Hunermedê ji bajarê Sêrtyê yê  Tirkiyê ye  herwiha eşkere kir ku li gorî albûma wî ya ewil form û soundên nû ceribandine.

Wekî tê zanîn bi Seyidxan Sevînç re sendroma Touretteyê heye û ji ber wê sendromê her tim tevgerên fîzîkî û yên bideng hene.

Ew sendroma norolojîk ji dayikbûnê dest pê dike û heta dawiya jiyanê berdewam dike.

Sevînç ev sendroma xwe bi bîr xist û got: “Lerz çîroka min a vê dinyayê ye. Ev 30 sal in ez her dilerizim.”

Seyidxan Sevînç albûma xwe ya yekem jî bi navê “Bîr” sala 2020an derxistiye.