Îlon 17, 2023 12:06 Asia/Tehran
  •  Amûrên mûzîka kurdî kîjan in?

li Mezopotamyayê du hunermendê Êzdî hebûne ku bi muzîkê ve nexweşîya qenc kirine. Yek Avger e û tê gotin ku yekem car muzîka gelêrî saz kirîye. Ya din jî Îbrahîm Musûlî ye ku li Bexdayê hunera xwe pêşkeşî Harûn El Reşîd kirîye û dibistana yekem ya muzîkê vekirîye.

 Amûrên  jenyariyê yên ku di nava kurdan de hatine bikaranîn ew in :

Bilûr; piranî bi darê qeysîyê çêdibe û enstrumanek hevpar ya hemû miletên Rojhilata Navîn e.

Zirne; bi giştî pergala mirtiba ye û bi dahol bikar tê.

Tembûr; wek saza Kurda tê zanîn. Bi zêdeyî Kurdên  Sûrîye û İraqê bikar tînin.

Sentûr; wek qanûnê ye lê têlên wê kêm in, bi darek ve dixebite û enstrumana Kurdên Îranê ye.

Def (Erbane); bi du celeb e û  li ser tarê zengil hene. Him di ayînên dewrêşan de him jî bi kilama ve bikar hatîye.

Dihol; di her heremê de bi kar tê, di destpêka xwe de zêdeyî ji bo bangê û ragîhandinê bi kar hatîye, îro tenê di dewat û dîlana de, bi zirne ve bikar tê.

Rebab; kêmtêlek wek kemençê ye û li herêma Botan bi zêdeyî bikartê.

Keman; di destê Kurdên Dersîmê de tê dîtin û gorî çavkanîyan heye ku ji Ermenîyan hildabin.

Û saz; wek muzîka gelek miletên rohilatê, pergalek sereke ya muzîka Kurda ye jî. Bi zêdeyî di semahan de bikar hatîye lê paşê bûye enstrumanek muzîka nûjen ya polîtik.

Serepeyv