Îlon 11, 2025 18:42 Asia/Tehran
  • Jordexistina 17 xwefirên Ukraynê li esmanê 5 herêman ji hêla Rûsiyê ve

Wezareta Berevaniyê ya Rûsiyê derbarê jordexistina 17 xwefirên Ukraynê li 5 herêmên vî welatî agahî da.

Wezareta Berevaniyê ya Rûsiyê roja Pêncşemê bi daxuyaniyekê derbarê jordexistina xwefirên ukraynî li esmanên herêmên cûrbecûr agahî da. Wezareta Berevaniyê ya Rûsiyê ragihand ku sîstemên berevaniya hewayî yên vî welatî şeva buhurî 17 xwefirên ukranî li esmanê 5 herêman şopandin û îmha kirin.

Wezareta Berevaniyê ya Rûsiyê ragihand: Şeva borî, sîstemên berevaniya hewayî yên Rûsiyê 17 xwefirên ukraynî li esmanên herêmên Bryanêsk, Kurêsk, Voronj, Lipetêsk û Tambov  şopandin û îmha kirin.  Li daxuyaniya Wezareta Berevaniyê ya Rûsiyê hatiye ku Moskowê rawestana li hember hedefên dijminana li  esmanê  vî welatî xistiye rojeva xwe.

Serepeyv