Hevrikiya 1002 kesan ji bo wergirtina mîdala zanyarê ciwan ê xelata Mistefa(s)
Ji nav hezar û 2 dosyayên zanistî ku di sê warên sereke yên zanistên bingehîn, endazyarî, biyoteknolojî û pizîşkî û IT`yê de ji nivîsgehwa medala zaniyarê ciwan Mistefa re hatibûn şandin sê lêkolerên ciwan hatin hilbijartin.
Elî Ekber Salihî, Serokê Lijneya Rêvebir a Navenda Zanist û Teknolojiyê ya Mistefa, di merasîma yekem a dayîna Mîdala zanyarên ciwan ên di bin 40 Salî ya Cîhana Îslamî ku îro li Akademiya Zanistê hate lidarxistin, bal kişand ser hevdembûna vê bûyerê bi salvegera 1500an a jidayikbûna Pêxember Îslamê (s) û vê xelatê wek çalakiyekê bona piştgiriya ji nifşa nûjen û avakirina pêşerojê ya cîhana Îslamî da zanîn.
Salihî tekez kir: Mîdala Zanyarê Ciwan her du salan carekê ji lêkolînerên di bin 40 salî re tê dayîn ku di baştirkirina kualîteya jiyana mirovan de destkevtên nûjen, bibandor û pratîkî hebûne.