Îlon 11, 2025 19:20 Asia/Tehran

Tevî ku hikûmeta Tirkiyê hewl dide ji raya giştî ya vî welatî wisa bide qebûlkirin ku aboriya vî welatî ber bi pêşketinê ve çûye û jordeçûna nirxan û zama aborî hatiye kontrolkirin lê nîşane didin xûyakirin nirxa Lîreyê daketiye û di sûkên vî welatî de zama aborî zêde bûye.

 Ji ber bûyerên van rojana li Rojhilata Navîn û lîstikên nezelal ên siyasî yên Tirkiyê di her yek ji nakokiyên cîhanê ku bê guman ji çavên pisporên rexnegirê Enqerê dûr nemane, aboriya vî welatî hîn jî bi bişûndemayîneke zêde re rûbirû ye. Pisporên aborî yên rexnegirên vî welatî di vê baweriyê de ne ku her çend hikûmeta Erdogan, bi amar û reqemên  ku ji hêla navendên hikûmetê ve têne çêkirin, hewl dide  ji welatiyên xwe re bide qebûlkirin ku aboriya  vî welatî li ser rêya rast û li rêya pêşketinê ye, lê kesên ku li vî welatî dijîn û her wiha bûyerên navxweyî yên li vî welatî, wekî desteserkirina mal û milkên zêdetirî 100 şîrket û holdîngên mezin ên aborî, nîşana zêdebûna zama aborî  û bihabûna kelûpelên bazarê ye.

Her çend Mehmet Şîmşek, Wezîrê Darayî û Xezîneyê û serokê aboriyê di kabîneya Erdogan de, ragihandiye ku wî sedî 33`ê xercên birêvebirina welêt kêm kiriye lê rexnegirên wî dibêjin ku kêmkirina xercan tenê di warên pêşkêşkirina xizmetên belaş an erzan ji welatiyan re hatiye kirin û îsraf û bêrejetiya xercên hikûmetê û bi taybetî ji hêla saziya serokatiyê ve berdewam dike. Li gorî gelek analîzorên aborî yên Tirkiyê berovajî îdiayên rayedarên hikûmeta Erdogan, hegerên sereke yên qeyrana aborî li Tirkiyê bi mijarên têkildarî alûgurên aborî yên cîhanî ve girêdayî nîne, belku  vedigere şaştiyên siyasî yên navxweyî. Îbrahîm Qehwecî, ji analîzorên  aborî yê Tirkiyê, diyar kir, pîşesaz di halê îflasbûnê da ne, bazirganî rawestiyaye, odeyên pîşesazî, bazirganî û esnaf li xwe mikur hatine ku îflas bûne  û ti kes li Tirkiyê  nawêre  ku veberhênan û hilberînê bike. Bê guman, sedemek ji bo van faîzên zêde heye. şokên siyasî yên ku ji ber êrişên dubare yên hikûmeta Erdogan ser dijberan e. Vê dawiyê  hikûmeta Tirkiyê milk û hebûnên 121 şîrket û holdingan, ji wan  holdînga Can Holdîng  û torên televîzyonên Show TV û Haber Turkê, bi tawana avakirina rêxistinên cinayî, qaçax û sextekarî û şûştina pereyan desteser kir ku ev şoka aborî û siyasî  gelek hatiye rexnekirin. Karzanên siyasî yên ku  siyasetên hikûmeta Tirkiyê rexne dikin berê hişyarî dabûn ku Erdogan, ji bo ku dîsa bikeve siyaseta  vî welatî  bi pêşniyara pêvajoya aştiyê hewl dide ku Kurdan bikişîne aliyê xwe û bi destwerdana  li nakokiyên siyasî yên herêmê, xwe wekî hikûmetek bihêz nîşan dide û ji aliyê din ve  dest bi serkutkirina partiyên dijber dike ku helbet  ji ber zêdebûna zama aborî û kêmbûna nirxê  lîreyê, diyar e ku plan li gorî daxwazên Erdogan bi pêşde naçin.

Serepeyv