Redkirina îdiaya Colanî derbarê hebûna Hizbullahê li Sûriyê
Îlon 11, 2025 18:22 Asia/Tehran
Hizbullahê di bersiva îdiaya hikûmeta Colanî derbarê hebûna hizbullahê li Sûriyê tekez kir ku wan li axa Sûriyê ti hebûn an çalakiyek tuneye.
Hizbullahê di daxuyaniyekê de, ragihand ku ew tometên hikûmeta Colanî li Sûriyê derheq girêdayîbûna endamên girtî li rojavayê Şamê bi Hizbullahê ve tam red dike û ragihand ku ev îdia tam bê bingeh in.
Hizbullahê, bal kişand ser bêdengiya hikûmeta Colanî li hember êrişên rejîma Siyonîst ser axa Sûriyê û got wekî ku me berê tekez kir, Hizbullahê li axa Sûriyê ti hebûn an çalakiyek tune. Di vê daxuyaniyê de hatiye: Em ser pabendbûna xwe ser aramiya Sûriyê û ewlehiya xelkê wê tekez dikin û bê guman, em êrişa Rejîma Siyonîst ser axa Sûriyê jî şermezar dikin.