Hûsî: Rejîma Siyonîst cinayeta serdemê li Xezzeyê kiriye
Rêberê Tevgera Ensarullaha Yemenê di axiftinekê de derbarê alûgurên Filistîn û herêmê tekez kir ku destdirêjiya hovane ya Rejîma Siyonîst ser Xezzeyê derbasî roja 703`an bûye û hîna wekî cinayeta serdemê li dijî gelê Filistînê berdewam dike.
Seyîd Ebdulmelik Bedredîn Hûsî, Rêberê Tevgera Ensarullaha Yemenê, êrişên Rejîma Siyonîst ser Xezzeyê destdirêjiya hovane û bêhempa da zanîn û got ku ev êriş 703 roj in berdewam dike û seratir ji her cinayeteke hevçerx e û di encama van êrişan de zêdetirî 20 hezar zarok û 12 hezar û 500 jin şehîd bûne.
Rêberê Ensarullahê bal kişand ser vê yekê ku tiştê ku li Xezeyê diqewime mînaka eşkere ya jînosaydê ye û got: Rejîma Siyonîst bi bikaranîna hemî amûrên wêrankirinê, hemî komên civakî yên filistînî, ji wan zarok, jin û sivîlan, tevde hedef girtiye û heta niha 2 hezar û 700 malbat ji Navenda Tomarkirina Nifûsê reş kiriye û şopek ji wan nehiştiye.