Yekem “Komcivîna Neteweyî ya Ziman û Zaraveyên Deverên Sînorî yên Îranê” li Bîrcendê
Sekreterê yekemîn Komcivîna Neteweyî ya Ziman û Zaraveyên Deverên Sînorî yên Îranê got: “Bi giştî 150 nivîsar bo sekreterxaneya vê komcivînê li Zanîngeha Bîrcendê hatine şandin û vekolandina çawaniya danûstandina axêverên van ziman û devokan digel zimanê farisî wek hokara yekitî û hevgitina neteweyî ji armancên vê komcivînê ye.”
Li gorî nûçeya IRNA’yê, “Muhemed-Emîn Nasih” got: “Yekemîn Komcivîna Neteweyî ya Ziman û Zaraveyên Navçeyên Sînorî yên Îranê dê roja 10ê meha Isfendê (30ê Sibata 2023an) bi mazûvaniya Zanîngeha Bîrcendê (navenda parêzgeha Xorasana Başûr) û bi beşdariya mamoste û pisporên nasyar ji zanîngehên welêt were lidarxistin.”
Sekreterê yekemîn “Komcivîna Neteweyî ya Ziman û Zaraveyên Deverên Sînorî yên Îranê” got: “Danûstandina zanyarîyan navbera pisporên têkildar û danasîna destkeftên lêkolînî yên mamoste û xwendekaran di warê ziman û zaraveyên deverên sînorî yên Îranê nemaze ji hêla berhevdanîn û nirxandina digel ziman û zaraveyên têkildar ji wî aliyê sînor û di asta berfireh da, her wiha piştevaniya ji ziman û zaraveyên ber bi jinavçûnê li van deveran ji armancên vê komcivînê ne.”
Nasih got: “Zarave û devok nimûneyên mîrata çandî-şênber in ku ji ber berfirehbûna têkiliyan û cihêrengiya alavên peywendîya komî, zêdebûna niştecihbûna li bajaran, mijûlbûna bi jiyana pîşeyî û maşînî û koçberbûnên berfireh, vê demê zêdetir ji her demeke din li ber xetera jinavçûnê ne.”
Sekreterê yekemîn “Komcivîna Neteweyî ya Ziman û Zaraveyên Deverên Sînorî yên Îranê” her wiha got: “Ji aliyê din va dema ku axêverên ziman û zaraveyên cûr bi cûr li deverên sînorî li kêleka hev dijîn, xwezayî ye ku bi dirêjahiya demê ra hin danûstandinên zimanî di navbera wan da pêk tên; lewma mijara sînor û danûstandina ziman û zaraveyan li deverên sînorî û serhedan û danûstandina wan wek wergirtina peyvan ji hevûdu ji bo zimannas û gelnasan çi di warê neteweyî û çi di warê navneteweyî da balkêş e.”
Wî got: “Lêkolînine bi vî rengî dikarin pêngavek ji bo hevgirtina çandî di navbera Îranê û welatên cînar were zanîn.”
Nasih got: “Lêkolînên berhevdanîn, fonetîk, peyvsazî û sîntaks, tîpolojiya ziman û zaraveyên deverên sînorî yên Îranê, duzimanîbûn an pirrzimanîbûn û mijarên fêrkirina ziman li deverên sînorî, danûstandina peyvan, têkiliya zimanî û hevgirtina çandî li nav ziman û zaraveyên deverên sînorî yên Îranê, koçberî û guherînên zimanî li nav axêverên ziman û zaraveyên deverên sînorî, ziman û zaraveyên deverên sînorî di deq û nivîsên kevn da, têbîniyên ziman û zaraveyan di vekolandina belgenameyên dîrokî yên deverên sînorî û rola ziman û zaraveyên hevpar di geşatiya geştyariyê li deverên sînorî yên Îranê ji mihwerên vê komcivînê ne.”