Kanûn 14, 2022 18:59 Asia/Tehran
  • MMA'yê ji bo pêşbirkên Sirbistanê rê da cil û bergên jinan ên îslamî

Nûnerê Federasiyona Cîhanî ya MMA'yê li Îranê bal kişande ser cilûbergên jinên îranî di pêşbirkên cîhanî yên Sirbistanê da û got: Destûra beşdariya van werzîşkaran bi hîcaba îslamî ji Federasiyona Cîhanî ya MMA'yê va hatiye wergirtin da ku bikarin bêyî ti berbendekê beşdarî pêşbirkên cîhanî bibin.

Li gorî nûçeya IRNA'yê, Îman Emîrmuhemedî nûnerê Federasiyona Cîhanî ya MMA'yê li Îranê got: Jinên îranî ji bo bidestxistina cîgeheke baş berê xwe didin Sirbistanê.

Pêşbirkên MMA'yê yên cîhanî dê Sibata 2023an bi mazûvaniya Bêlgrada Sirbistanê bên lidarxistin û tîma Îranê bi 16 werzîşkarên jin û mêr dê beşdarî van pêşbirkan bibe.

MMA werzîşeke şerkirinê ye ku rêzik û qayîdeyên xwe yên taybet hene. Vê çiqa werzîşê wek werzîşeke şerkirinê ku hema bêje naveroka wê hemî çiq û hunerên şerkirinê digire ber xwe, kariye rêbaz û destûrkara xwe ya taybet li seranserî cîhanê berfireh bike.

 

Serepeyv