Cotmeh 08, 2022 13:18 Asia/Tehran
  • Mayîna şampiyonê îranî li kursiyê Federasyona Navdewletî ya Werzişa Xwendevanan

Werzişkarê îranî, xwediyê medala tûnc a pêşbirkên cîhanî yên guleşta ferengî ya şampiyoniya cîhanê, di posta serokatiya komîteya guleştê ya Federasyona Cîhanî ya Werzişa Xwendevanan hat bicihkirin.

Li gorî rapora IRNA`yê, bi ragihandina komîteya guleştê ya Federasyona Cîhanî ya Werzişên Xwendevanan, werzişkarê îranî û qaremanê berê yê cîhanê Hebîb Exlaqî wek serokê komîteya guleştê ya vê federasyonê hat bicihkirin.

Di nama Laurent Petrinka, serokê Federasyona Werzîşê ya Xwendevanên Cîhanî de, mana vî şampiyonî ji bo çar salên din di komîteya guleştê ya vê federasyonê de ji birêz Exlaqî re hatiye ragihandin.

Beriya niha jî di sala 2018an de Exlaqî bo yekem car wek serokê komîteya guleştê ya Federasyona Xwendevanên Cîhanê hatibû hilbijartin.

Serepeyv