Zana Farqînî: Peyv û ziman raboriya civakê ne
Zimannas Zana Farqînî anî ziman ku nêzî 30 sal in ew nêçîrvaniya peyvan dike û got: "Ziman raboriya civakê ye. Bi mehan ketim pey peyvekê da ku ez wê peyvê li ferhengê zêde bikim. Divê tevahiya pêşengên kurdan bi giraniyê bidin axaftina bi kurdî.”
Li gorî rapora Ajansa Mezopotamyayê (MA), Racî Abî - Mahmût Altintaş hevpeyîvînek bi Zana Farqînî ra pêk aniye. Zana Farqînî ku nêzî 30 sal in zimanzaniyê û xebata amadekirina ferhangên kurdî dike çend roj berê ji bo danasîna çapa berfirehkirî ya Ferhenga Kurdî-Tirkî a hat Amedê û fergengê bo dildarên ziman îmze kir. Farqînî serpêhatiya xwe ya ji bo xebata ziman ango berhevkirina peyvan wek nêçîrvaniya peyvan pênase dike nirxand. Di beşeke axaftina Zana Farqînî da hatiye:
'ZIMAN RABORIYA CIVAKÊ YE'
Farqînî destnîşan kir ku di kurahiya peyvên zimanekî de raboriya wê civakê derdixe holê. Farqînî bal kişand ser arkeolojiya ziman û wiha got: "Mirov bi arkeolojiya ziman dikare bibêjê bê ka ew civak ji kijan merhaleya derbas bûye, bi çi re mijûl bûye. Bi çandinî bi ajaldarî, bi hunerî bi zanistî bi kîjan beşa zanistê re mijûl bûbe tu dikarî şopa wê di ziman de bibînî. Wek mînak; di civaka me de ji kesê ku naxebite re dibêjin, ‘ma qey ji kulekê tê ji te re’. Em vê îdyomê bifikirin, bê ka çima wisa dibêjin. Dema ku em didin pey em dê bigihin Noel Baba ku ew ji kulekê berê diyariyan berdide holê. Di nava êzidiyan de goreyekî rîs heye ku di cejnan de ji kulekê berê wê didî nava malê û jê re dibêjin dolîdank. Baş e dolîdank ji çi tê? ‘Dank” ji cihê ku tiştek tê
danîn e. Mînak xwelîdank, şekirdank, kevçîdank. Dimîne dolî, lê dolî çi ye tu li dû dikevî. Li hin herêman ji dergûşê re dibêjin dolî. Lê dema ku tu bixwazî wateya wê peyvê nas bikî. Bi min re ev qenaet çêbû; dolî tê wateya diyariyê. Dema dibû cejn me ji banê malê goreyên xwe ji kulekê dişande hindûr û wisa digot, ‘Donî monî mal ava Xwedê kurê we bike zava’."
FELSEFEYA ZIMAN
Farqînî têkildarî nîqaşên feqîrî an jî dewlemendiya zimanan jî diyar kir ku divê tu hiyerarşî nekevin nava zimanan û ev yek wek bi dewlemendî an jî ji feqîriya ziman bêhtir wekî bi statû-bidewlet an jî bêdewlet-bêstatûbûna ziman divê bê nirxandin. Zana derbarê pêşketina ziman de wiha got: "Helbet divê di serê her tiştî de kesê bi ziman re eleqedar e û dixwaze geşe li ziman bide, ziman standardîze bike term, têgehên nû biafirîne divê zimanê xwe nas bike. Ew çi ye? Divê morfolojiya zimanê kurdî bizanibe, peyvên ziman çawa çêdibin ji raveka dema niha çêdibe yan ya demê borî çêdibe, pêşgir û paşgirên wê çi ne, bi kîjan gire, qertaf navdêrê çêdike hokerê çêdike divê tu bizanibî û li gora wê tu bi awayekî îradî û li gorî mantiq û felsefeya zimanê xwe mudaxileya zanistî bikî û peyvên nû li wî zimanî zêde bikî."
BI MEHAN KETIYE PEY PEYVEKÊ
Farqînî da zanîn ku ziman ji bo wî dişibe pazilekê û divê cihê kêm maye tim were temamkirin. Farqînî bi bîr xist ku ew zimanê xwe bi tirkî hîn bûye û dema xwestiye ferhengê amade bike ketiye dû peyvên ku hîn bûye û wiha got: "Carinan bi mehan diketim pey peyvekê da ku ez kurdiya wê bi dest bixim. Wek mînak; peyva pey 40 rojên ku jin zarokekê tîne re bi Yewnanî dibêjin ‘lahusa’, li hinek deverên me dibêjin ‘çilî’, hinek dever dibêjin ‘distanî’, hinek dibêjin dixiskanî, hinek dibêjin zixiskanî û hinek jî dibêjin zêhistanî. Aha me qefalt! Çi ye? Zêhistan zayîn e. Di hinek deveran de zayîn tenê ji bo ajalan tê bikaranîn. Tu rabî li hinek deveran bêjî 'zaye' dibe ku xelkê wê deverê rabin li te bixin. Ev yek wekî din tu ji zarokê ku xweha meriv an jî ji xwîşka meriv bin çima ji wan re dibêjin xwarza. Yên ku ji bira be çima dibêjî biraza. Ew ‘za’ya li wir çi ye? Eleqeya wê bi zayînê re heye. Piştî ku tu lêdikolî li Bedlîs û Hîzanê dibêjin 'bûka me za'. Tu dibêji va heye hem jî tê bikaranîn. Ziman ne tiştekî sekinandî ye. Ji ber wê ji ziman re dibêjin organîzmayekî zindî ye. Tim digûhere û ev gûherîn jî du alî ye. Aliyek teşe aliyek jî wate diguhere. Ji ber wê dikare deng ji peyvê bikeve, kîte ji peyvê bikeve, wate biguhere."
'EM HÊ DI DESTPÊKÊ DE NE’
Farqînî da zanîn ku ilmên zanistê ji metodên hev îstîfade dikin û ziman jî metoda arkeolojiyê bi kar aniye. Farqînî bi lêv kir ku bi metoda Karbon-14 emrê madeyên bi metoda Zimannasê Meksîkî Swedish emrê zimanan tên tespîtkirin. Farqînî derbarê diyarkirina emrê zimanan de wiha axivî: "Zimanek bi taybetî di nava bêjeyên bingehîn de di nava hezar salan de ji sedî 20’ê wê diguhere. Eger ji sedî sed guherîbe ew ziman 5 hezar salî ye. Eger hindik hindik guherîbe emrê wê derdixin. Li ser emrê zimanan bê bîra we çend zanîngehên Ewropayê lêkolîn kirin da ku emrê zimanan derbixin. Mînak gotin emrê zimanê kurdî herî hindik hezar û pênc sed sal e. Lê beriya wê em pê nizanin. Di zimanê kurdî de kurmancî heye, zazakî heye, hewramî heye, soranî heye, lekî heye welhasil dayîka van kîjan bû. Em hê nizanin. An jî em bibêjin zimanê kurdî jî zimanekî Îranî ye, farisî, sohtkî, lezkî, tacîkî ji zimanên Îranî ne lê dayîka van zimanan kîjan ziman e hêj jî kes nizane. Em hê di destpêkê de ne."