Werzişvanê îranî bo derbasî nîvfînala pêşbirkên squashê yên Rojavayê Asyayê bû
Werzişvanê îranî di pêşbirkên squashê yên Rojavayê Asyayê de derbasî nîvfînalê bû.
Qonaxa çarem a pêşbirkên qehremaniya Squash a Rojavayê Asyayê ku bi mazûvaniya Îranê tê lidarxistin, duh di beşa ferdî de dest pê kir û Elîreza Şamlî yê îranî derbasî nîvefînalê bû.
Li gorî rapora roja pêncşemiyê ya IRNA`yê, pêşbirkên squash ên rojavaya Asyayê duh bi beşdariya tîmên Îran, Iraq, Qeter û Kuweytê li beşa ferdî li Têhranê dest pê kir û piştî bi dawî hatina beşa ferdî, pêşbirka tîmî dê were lidarxistin.
Di yekem roja van pêşbirkan de, Elîreza Şamlî, jimare yek squash lîstê ya Îranê, karî derbasî qonaxa nîvfînalê bibe û eger li hember hevrikê xwe serbikeve, dê derkeve fînala vê dewrê.
Divê Şamlî di nîvfînalê de bi Emced Ezlan ji Qeterê re bikeve pêşbaziyê.
Her wiha, Ebdullah El-Temîmî ku werzişkarê naskirî yê squoşa Qeterê ye, di vê qonaxê de dê bi Emmar El-Temîmî ji Kuweytê re rûbirû bibe.