May 28, 2022 12:19 Asia/Tehran
  • Ji pêşbirkên li Komara Azerbaycanê werzişvanên jin ên Îranê heft medal bidest xistin

Tîma neteweyî ya bezîna dor meydanê ya jinên Îranê li pêşbirkên navneteweyî yên li Komara Azerbaycanê 7 medalên rengîn bi dest xistin.

Li gorî rapora IRNA`yê, "Pariçehr Şahî" werzişvana herî serkeftî ya Îranê li vê pêşbirkê bû û 2 medalên zêr bi dest xistin û rekora yek madeyê jî pêşxist.

Şahî di beza 1500 metreyî de bi dema 4 deqîqe û 34 saniye û 19 sed saniyeyê û di beza 3000 metreyî de bi demajoya 9 deqe û 54 saniye û 11 ji sedî ya saniyeyê di rêza yekem de bû; Her wiha piştî 12 salan rekora 3 hezar metre ya Îranê şikand.

"Kejan Rostemî” werzişvana din a îranî li pêşbirka 400 metre bi dema 57.97 saniyeyê medala zêr bi dest xist û bi rekora 25.06 saniyeyê di 200 metre de li pileya duyem rawestiya.

“Sanaz Emîrîpûr” jî li pêşbirka 100 metre bi rekora 12.31 saniye û di 200 metre de jî bi dema 25.56 saniye bû xwediyê mîdala zîv û mîdala tûnc bi dest xist.

Sarîna Saidî” jî di pêşbirka sêbazê de bi rekora 12.38 metre pileya duyem bi dest xist û di beza dirêj de jî bi rêjeya 5.69 metre pileya çarem bi dest xist.

Serepeyv