Nîsan 04, 2022 13:56 Asia/Tehran
  •   Gulaşvanê tirkiyeyî Riza Kayaalp cara 11emîn bû qaremanê Ewropayê

Di Qaremanaya Gulaşê ya Ewropayê ya li Macaristanê hat lidarxistin da werzişvanê tirkiyeyî Riza Kayaalp di 130 kîloyê da mîdala zêrîn bi dest xist.

Di roja 6emîn a qaremanayê da ya li paytext Budapestê hat lidarxistin, werzişvanê tirkiyeyî Riza Kayaalp di fînala 130 kîloyê da derket hemberî Danila Sotnikovê Îtalyan ê bi eslê xwe Rûs.

Riza Kayaalp di milmilaneya dawîn a rojê da hevrikê xwe 4-0 têk bir, qaremaniya Ewropayê ya 11emîn a di kariyera xwe da bi dest xist.

Rizayê xwediyê unwana werzişvanê Tirkiyê ê herî zêde qaremanaya Ewropayê bi dest xist, rekora di destê xwe da bi pêş va bir.

 

Serepeyv