Adar 23, 2022 10:31 Asia/Tehran
  • Rehîmov, qaremanê giranîrakirina Olempîkê ji ber Dopîngê ji mîdala zêra 2016an bêpr bû

Dadgeha Dadweriya Werzîşê roja Sêşemiyê Necat Rehîmov qaremanê giranîrakirina Olempîkê yê qezaqistanî ji ber dopîngê ji mîdala zêra Olempîka Riyoyê ya sala 2016an bêpar kir û bi vê yekê qedexetiya beşdariya di pêşbirkan da bi qasî 8 salan li ser wî sepand.

Vê dadgehê ev biryar li ser daxwaza dadweriyê ya Federasiyona Navneteweyî ya Giranîrakirinê (International Weightlifting Federation) ya 29ê Nîsana 2021ê da.

Dadgeha Dadweriya Werzîşê di daxuyaniyekê da ku li ser malpera xwe ya fermî weşandiye, ragihand ku Rehîmov bi tawana "Guherandina nimûneya mîzê" bo çar caran wek sûcdar hat naskirin. Ev yek li gorî rêzikên dijî dopîngê yên giranîrakirinê wek "Bikaranîna Şêwaza Qedexe" tê zanîn.

Rehîmov li Olempîka Riyoya Brezîlê ya sala 2016an di pişka 77 kg da bi rakirina giraniya 214 kg bû qareman.

Qedexetiya li ser wî ji 18ê Çileya 2021ê va dest pê dike û ew ji Adara 2016an heta Çileya 2021ê ji tevahiya encamên xwe, di nav de mîdal, puen û xelatê hat bêparkirin.

 

Serepeyv