Adar 06, 2022 10:42 Asia/Tehran
  • Îran di Şampiyoniya Meşvanan a Cîhanî ya pêşengan de bi ser ket

Tîma Meşê ya pêşengên Îranê di pêşbirkên şampiyoniya cîhanê ya Umanê de bi ser ket.

Li gorî rapora şemiyê bi şev a IRNA`yê, Meşa Pêşengan a Cîhanê ku duh li bajarê Mesqetê ya Umanê hat lidarxistin, tîma meşvaniyê ya dêrîniyan (pêşengan) a Îranê li pêşbirkên pispor ên şampiyoniya cîhanê ya meşê, bi bidestxistina bîst medalan bo yekemîn car di dîroka bezîna li dora meydanê ya Îranê de, li ser serê rêzbendiyê rawestiya.

Tîma dêrîniyên Îranê ku bi 14 werzişvan (7 jin û 7 mêr) li vê dewra pêşbirkan beşdar bû, li rêjeyên cuda yên temenî 7 medalên zêr, 8 zîv û 5 mîdalên tûnc (ferdî û tîmî) bi dest xistin.

Di vê pêşbirkê de Kanada bi 5 mîdalan, Awustralya û Spanya her yek bi 4 mîdalan û Yewnanîstan jî bi 2 mîdalan di rêzên duyem heta pêncem de cih girtin.

Serepeyv