Roja rêzgirtina li Firdosî; vejînerê zimaê farisî û nasnameya îranîyan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Çandî_hunerî_werzişî-i326325-roja_rêzgirtina_li_firdosî_vejînerê_zimaê_farisî_û_nasnameya_îranîyan
Ebulqasim Firdosî helbestvanê mezin ê Îranê di sala 940 a zayînî de li şarê Tûs nêzîkî Meşhedê navenda parêzgeha Xorasana Rezewî ji dayîk bû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 15, 2021 05:23 Asia/Tehran
  • Roja rêzgirtina li Firdosî; vejînerê zimaê farisî û nasnameya îranîyan

Ebulqasim Firdosî helbestvanê mezin ê Îranê di sala 940 a zayînî de li şarê Tûs nêzîkî Meşhedê navenda parêzgeha Xorasana Rezewî ji dayîk bû.

Zimanê farsî û Şahnameya Firdosî bi sedan salî peywendîyeke demdirêj û qahîm hebûne; bi awayekî ku Ebulqasim Firdosî dikare "vejînerê zimanê farsî" were binavkirin û berhema wî ya giranbuha yanî Şahname jî wek nasnameya Îranê were zanîn.

Şahnameya Firdosî ji 50 hezar bêytan pêk tê ku destanên netewî û dîroka paşa û pehlewanên mezin ên Îrana kevin digire ber xwe û basa karên pehlewanî yên wan, fetih, camêrtî, wêrekatî û dîndarîya wan dike.

Îro Şemî 15ê Gulanê di rojhejmêra Komara Islamî ya Îranê da, roja rêzgirtina li zimanê farsî û bibîranîna Ebulqasim Firdosî hemasebêj û helbestvanê mezin ê îranî ye.

Mezargeha Firdosî li bajarê Tûsê ye û her sal gellek geştyarên îranî û bîyanî seredana wê dikin.