Çile 12, 2021 19:44 Asia/Tehran
  • Di salvegera dagirkirina Efrînê de pêşangeheke şêwekariyê hat lidarxistin

Foruma Çandî ya Helebê pêşangeheke hunera şêwekariyê li dar xist. Gelek şêwekarên ji herêmê beşdarî pêşangehê bûne.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), Hewmextî nêzîkbûna 3`yemîn salvegera dagirkirina bajarê Efrînê, îro Foruma Çandî ya Helebê li Navenda Cemîl Horo ya Çand û Hunerê ya li taxa Şêxmeqsûd pêşangeheke şêwekariyê li dar xist.

Şêwekar Henîf Hemo, Mihemed Çawîş, Aslan Mamo, Royar Bekir, Şukran Bîlal û Şêrîn Elo beşdarî pêşangehê bûne.

Di pêşangehê de her wiha şêniyên taxê û hunerhez amade bûn û hunermend Idrîs Mistefa û Ekrem Niyazî muzîk pêşkêş kir.

Şêwekar Aslan Mamo got pêşangehê derfet da wan da ku hestên xwe bigihînin civakê û wekî çandeke civakî ya gihandina nameyan bi rêya tabloyan, hesiband. Mamo got di tabloyan de nameyên şermezarkirina bêdengiya aliyên navneteweyî li hemberî koçberkirina şêniyên Efrînê hatin dayîn.

Mamo wiha lê zêde kir: “Foruma Çandî bi rêya vê pêşangehê fikrên me raber kirin, di pêşangehê de 6 şêwekarên ji Efrîna dagirkirî beşdar bûne, em hêvî dikin ku nameyên me gihaştibin aliyên têkildar.”

Di tabloyan de, folklor, bingehên dîrokî û azarên koçberiyê tên raberkirin. Her wiha hin tablo balê dikişînin ser azarên tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Hevseroka Foruma Çandî ya Helebê Leyla Xalid îşaret bi nêzîkbûna salvegera 3`yemîn a dagirkirina kantona Efrînê kir û destnîşan kir ku wan bi vê boneyê bi rêya hestên ku hunermend bi tabloyên xwe raber dikin, xwest balê bikişînin ser azarên gel.

Leyla daxuyand ku armanc ji pêşangehê ew e ku piştgiriyê bidin hunera şêwekariyê û got: “Êşa me hemûyan yek e, hunermend dikarin vê êşê bi rêya xebatên xwe yên hunerî bigihînin derdorê. Em bi rêya van pêşangehan dixwazin çanda xebatên hunerî di nava civakê de belav bikin.”

Leyla da zanîn ku naveroka tabloy ew e ku “Em bi israr in bijîn û hêviyên xwe yên rizgarkirina herêmên dagirkirî pêk bînin.”

 

Serepeyv