Navenda Çandê ya Cemîl Horo xebatên hunerî geş û gur dike
Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo ya Helebê bi beşdarbûna 100 kesî dewreyên perwerdeyê yên muzîkê wênesazî, stran û dîlanan vekiriye. Rêveberên navendê diyar kirin ku armanca parastin û dewlemendkirina çanda kurdî ye.
Li gorî rapora ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA), Di çarçoveya xebatên pêşxistina behreyên zarok û ciwanan de, Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo ya li taxa Şêxmeqûsd a Helebê, dewreyên perwerdeyê yên muzîk, dîlan, stran û wênesaziyê bê pere vedike.
Niha 100 xwendekar li navendê van perwerdeyan dibînin.
50 XWENDEKAR FÊRÎ MUZÎKÊ DIBIN
Ji dewreyên herî balkêş ji bo xwendekaran, fêrbûna lêdana amûrên muzîkê ye. Derdora 50 xwendekar xwe fêrî lêdana "Keman, piano, gîtar û tembûrê" dikin.
Wane bi awayekî teorîk û li gorî rêbazên akademîk ji aliyê mamosteyên pispor ve tên dayîn.
Ji rêveberên Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo Xelîl Perîşan destnîşan kir ku piraniya xwendekaran dixwazin fêrî tembûrê bibin û sedema vê yekê spart ku tembûr bingeha muzîka kurdî ye.
Bi armanca peydakirina derfetê ji xwendekaran re da ku behreyên xwe yên muzîkî diyar bikin, navend amadekariyên lidarxistina şevbêrkeke muzîkê dike ku xwendekar tê de beşdar bin.
'ARMANC PARASTIN Û DEWLEMENDKIRINA ÇANDÊ YE'
Perîşan diyar kir ku armanc ji van perwerdeyan, parastin û belavkirina çanda kurdî ye ku di serdemên borî de hatibû qedexekirin.
Li aliyekî din jî xwendekar beşdarî dewreya fêrbûna bingehên stranê bûne û fêrî bingehên stran û stranên folklorî dibin. Her wiha derdora 20 xwendekar tev li dewreya dîlanên folklorî bûne.
Navenda Cemîl Horo dewreyên fêrbûna wênesaziyê jî vedike. 20 xwendekar ji aliyê mamosteyên pispor ve fêrî hêman û rêgezên hunera wênesaziyê didin. Piraniya endamên dewreya fêrbûna wênesaziyê zarokên biçûk in.
Endamê Rêveber a Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo hêviya serkeftinê ji endaman re xwest û spasiya mamosteyên waneyan didin kir.