Sûriye - Tevgera wêjeyî li Reqayê ji nû ve geş dibe
Tevgera wêjeyî li bajarê Reqayê di gelek qonaxên pêşketin û îmhakirinê re derbas bû û mîrasekî çandî ji bajêr û şêniyên wê re hişt. Navenda Çand û Hunerê ya Reqayê û Yekitiya Rewşenbîran a Reqayê bi gelek çalakiyên wêjeyî û çandî, hewl dide vê tevgerê ji nû ve geş bike.
Li gorî rapora Hawar Newsê (ANHA),Wêje û berhemên wêjeyî yên cuda wekî çîrok, roman, helbest û pirtûkan neynika gelan e. Pêşketina civakên berê ya çandî û şaristanî bi qasî berhemdariyên wêjeyî û asta xwendina pirtûkan dihate pîvan.
Yek ji wan civakan jî, bajarê Reqayê yê Sûriyê bû. Qoaxên cuda ku bajar tê re derbas bû, bandor li tevgera wêjeyî kir. Bandora siyasî carna di pêşxistina vê tevgerê de û carna jî di îmhakirina wê de, roleke bingehîn lîst.
Tevgera wêjeyî li Reqayê di serdema Ebasiyan de, pir bi pêş ket. Piştî hikumê xelîfeya Ebasî Harûn El-Reşîd bajarê Reqayê bû paytexta dewleta Ebasî. Wê demê bajar bû sîwanek ku wêjevan, zanyar û helbestvanên ji hemû welatên girêdayî dewleta Ebasî di bin de kom bûn, wekî Eşcei El-Selmî, Ebdulhemîd El-Katib, helbestvanê Ereb ê navdar Ebû El-Etahiya, her wiha gelek helbestvanên ji bajarê Reqayê wekî Rebiye El-Ruqî, Mihemed Bin Hisên El-Ruqî û Salim Bin Wabisa El-Esedî derketin.
Di serdema êrişên Moxolan li ser herêmê de, bajarê Reqayê hate rûxandin û cihê xwe yê dîrokî û çandî ku di serdema pêşketinê ya dewleta Ebasî de bi dest xistibû, ji dest da. Her wiha rengê jiyanê ji ser bajarê Harûn El-Reşîd û paytexta dewleta wî rabû.
"WÊJEYA REQAYÊ PIŞTÎ BI SEDAN SALÊN WENDABÛNÊ"
Piştî bi sedan salan ji wendabûn û tunebûna rengên jiyanê, tevgera wêjeyî li bajarê Reqayê careke din di serdema nû de vegeriya û ji nû ve wekî çalaktirîn tevgerên wêjeyî û yên herî berhmedar hat hesibandin. Ew yek bi saya pirbûna behreyên şêniyên Reqayê yên di xwezayê Firatê ya xweşik de mezin bûne, pêk hat.
Di nîvê sedsala borî de navên gelek nivîskaran wekî; Ebdulselam El-Icêlî, Mistefa El-Hesûn û Feysel El-Bilêbil derketin pêş. Piştre hejmareke nivîskarên wekî; Îbrahîm El-Xelîl, Abdullah Ebû Hêv û gelek nivîskar û helbestvanên din di salên 60î yên sedsala borî de komeleyeke çandî bi navê "Şoreşa Tîpan" damizrandin. Di serdemên li pey hev de gelek navên wêjevanan berz bûn, gelek pirtûk belav bûn û gelek pirtûkxane di bajêr de hatin vekirin.
"SALÊN ALOZIYA SÛRIYÊ HIŞT KU REQA PIRTÛK Û NIVÎSKARÊN XWE JI DEST BIDE"
Salên dirêj ên aloziya Sûriyê bandoreke mezin li tevgera çandî û wêjeyî li Reqayê kir. Bajarê Reqayê gelek nivîskar û rewşenbîrên ku piştî serweriya komên çekdar li ser bajêr koç kirin, ji dest da. Her wiha pirtûk û pirtûkxaneyên bajêr hatin talankirin û li pêş çavên şêniyên bajêr hatin şewitandin. Bi vê yekê seneryoya di serdema mêtîngeriya Moxolan de dûbare bû.
"PIŞTÎ BIDAWÎBÛNA SERDEMA TERORÊ, WÊJEYA REQAYÊ JI NÛ VE VEJÎN BÛ"
Piştî rizgarkirina Reqayê ji çeteyên DAIŞ`ê, gelek rewşenbîrên bajêr hewl dan tevgera wêjeyî vejînin. Di serî de Navenda Çand û Hunerê ya Reqayê û Yekitiya Rewşenbîrên Reqayê ku hewl dan rewşenbîran kom bikin û çalakiyên çandî, şevbuhêrk, pêşbirkên helbest û çîrokan ji şêniyên bajêr û yên ji parêzgehên Sûriyên ên din hatine re, li dar bixin.
Îro li bajarê Reqayê gelek pirtûkxaneyên ku tê de pirtûk û berhemên wêjeyî û hunerî yên girîng hene, hatine vekirin. Ji wan Pirtûkxaneya Bor Seîd ku di sala 1957`an de hatiye avakirin û wekî kevintirîn pirtûkxaneyên bajêr ku li nêzî muzexaneyê li navrasta bajêr e, tê hesbandin. Di pirtûkxaneyê de bi sedan pirtûk hene ku di nav de pirtûkên ku vedigerin beriya sed salî hene. Her wiha pirtûkxaneyeke giştî li navenda Çand û Hunerê ya Reqayê heye.
Têkildarî pêşxistina tevgera çandî li bajarê Reqayê, hevserokê Yekitiya Rewşenbîran Ebdulrehman El-Ehmed axivî û got: "Bajarê Reqayê bajarekî kevnar e û dîroka wê vedigere zêdetirî 9 hezar sal. Reqa di gelek qonaxên pêşketinê re derbas bû, ku beriya hezar û 300 salan paytexta dewleta Ebasî bû."
El-Ehmed daxuyand ku Yekitiya Rewşenbîran a Reqayê bi rêya komkirina wêjevan û rewşenbîran, hewl dide ji nû ve çalakiyên çandî vegerîne û rola wêjeyî û şaristanî ya bajêr vejîne.
El-Ehmed wiha lê zêde kir: "Em hewl didin çalakiyeke çandî bi navê "Festîvala El-Reşîd a Çandî" li dar bixin, da ku wêjevanên destpêkê xelat bikin. Her wiha yek ji projeyên yekitiyê ew e ku komhelbesteke helbestvan Mistefa El-Hesûn bi navê Behterî El-Reqa dihat binavkirin, çap bike.