Cotmeh 19, 2025 14:49 Asia/Tehran
  • Dora 48an a Pêşbirkên seranserî yên Qurana Pîroz li Sineyê dest pê bû

Dora 48an a Pêşbirkên seranserî yên Qurana Pîroz bi dirûşma "Quran, pirtûka yekitîyê" bi amadebûna bijareyên quranî yê parêzgehên cûrbicûr ên welêt roja Şemiyê, 18ê Cotmeha 2025an, li Sineyê dest pê bû û dê heta 25ê Cotmehê berdewam be.

Rêûrisma vekirinê ya vê dora pêşbirkan bi amadebûna komeke zêde ya berpirsên parêzgeh û welêt, hafiz, qarî û quranhezan li Navenda Çandî û Hunerî ya Fecrê ya Sineyê dest pê bû.

Beşdarên van pêşbirkan ji îro va bo heyama 10 rojan di rişteyên jiberkirina 20 cizman, jiberkirina tevahiya Quranê, xwendina tehqîq, xwendina tertîl, azan, xwendina duayan, pêkve-xwendin û pêkve-stirînê di 2 beşên jinan û mêran da dikevin pêşbirkê.

Hucet ul-îslam Mihemed Karwend Rêveberê Giştî yê Ewqaf û Karûbarên Xêrxwaziyê ya Parêzgeha Kurdistanê di vê rêûrismê da got: Kurdistan parêzgeheke quranhez e û Quran ji aliyê xelkê va tê ziyaretkirin û zêdetirî 10 cihên ziyaretî li vê parêzgehê taybetî hilgirtina Quranên dîrokî ne.

Serepeyv