-
Tirkiye dixwaze boykotên yekalî yên Amerîkayê li dijî Îranê nemînin
Adar 03, 2019 08:12Wezîrê karên derve yê Tirkiyê got: Enqere çi ji destê wê were dike ji bo ku boykotên yekalî yên Amerîkayê li dijî Komara Îslamî ya Îranê werin rakirin.
-
Li Tirkiyê hejmara bêkaran zêde dibe
Adar 03, 2019 11:07Hejmara kesên ku li Tirkiyê bi taybet herêmên kurdî yên vî welatî di dema rewşa awarte de bi biryarnaman ji kar hatine derxistin zêdetirî 130 hezar kes in û vê yekê jî bandoreke xirab li ser rêjeya bêkariyê û bi giştî rewşa aboriya Tirkiyê kiriye. Li gorî raporekê ku nû hatiye belav kirin ji sedî 50yê kesên ku ji kar hatine derxistin hê jî bêkar in.
-
Akar: Artêşa Tirkiyê amade ye ji bo destpêkirina operasyona leşkerî li ser Minbicê
Adar 03, 2019 07:27Wezîrê Bergîriyê yê Tirkiyê Hulusî Akar ragihand, artêşa Tirkiyê amade ye ji bo destpêkirina operasyona leşkerî li ser Minbic û rojhilatê Firatê, lê ji bo destpêkirina operasyonê li benda fermana Serokomar in.
-
Pêgîriya rayedarê Tirk li ser rola kêrhatî ya Îran, Tirkiye û Iraqê bona xurtkirina ewlehiya navçê
Adar 02, 2019 16:41Balyozê Tirkiyê li Iraqê got: Rola Komara Îslamî ya Îran, Tirkiye û Iraqê bona girtina pêşiya destwerdana welatên derveyî navçê li karûbarên Rojhilata Navînê û xurtkirina ewlehiya navçê, pirr girrîng û kêrhatî ye.
-
Hevserokê HDPê: "Erdogan Tirkiyê perçe dike"
Adar 02, 2019 14:50Hevserokê Partya Demokratîk a Gelan (HDP) li axivtinekê bi rexneya ji Receb Teyîb Erdogan, serokomarê Tirkiyê, got: "Erdogan Tirkiyê perçe dike".
-
Pêgiriya Wezîrê karên derve yê Tirkiyê li ser tekûzbûna kirrîna Pergala Berevaniya Mûşekî ya S400'a Rûsyayê
Adar 02, 2019 12:12Wezîrê karên derve yê Tirkiyê destnîşan kir ku betalkirina girêbesta kirrîna Pergala Berevaniya Mûşekî ya S400'a Rûsyayê pêkan nîne.
-
HDP: Zû yan dereng dê Tirkiye vegere Pêvajoya Aştiyê
Adar 01, 2019 14:26Partiya Demokratîk a Gelan HDP radighîne: Çi zû, çi dereng hikûmeta Tirkiyê dê carek din vegere Pêvajoya Aştiyê.
-
Rakirina vîzeyê di navbera Tirkîye û Ûrsêtê da destpê bû
Adar 01, 2019 13:55Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê ragihand ku rakirina vîzeyê di navbera vî welatî û Rûsîyê da destpê bû.
-
Endamê damezirînerê AKP`ê: Ez ji cesareta Dawûdoglu, Gul û Babacan li hemberî Erdogîn têkildarî damezirandina parîtya nû dilnîya nînim
Adar 01, 2019 13:29Endamê damezirînerê Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP) û parlimanterê niha yê Partîya Komarxwaz a Gel (CHP) amajeyî idiayên têkildarî avakirina partîyeke nû bi destê Dawûdoglu, Gul û Babacan endamên berê yên AKP`ê kir û got: Ez dilnîya nînim ku wan cesareta pêwîst li hemberî Erdogîn jibo nîşandayîna vîna azad hebin.
-
Enqere rê li ber karê nûçegîhanên bîyanî li Tirkîyê digire
Adar 01, 2019 13:18Sazîya Raporterên Bêsînor ji hikûmeta Tirkîyê bi hegera çawanîya serederîya digel nûçegîhanên navnetewî yên çalak li Tirkîyê rexne girt û ji vî welatî xwest ku rê li ber karê mêdyakarên navnetewî li Tirkîyê negire.