Li Tirkiyê hejmara bêkaran zêde dibe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i301943-li_tirkiyê_hejmara_bêkaran_zêde_dibe
Hejmara kesên ku li Tirkiyê bi taybet herêmên kurdî yên vî welatî di dema rewşa awarte de bi biryarnaman ji kar hatine derxistin zêdetirî 130 hezar kes in û vê yekê jî bandoreke xirab li ser rêjeya bêkariyê û bi giştî rewşa aboriya Tirkiyê kiriye. Li gorî raporekê ku nû hatiye belav kirin ji sedî 50yê kesên ku ji kar hatine derxistin hê jî bêkar in.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 03, 2019 11:07 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê hejmara bêkaran zêde dibe

Hejmara kesên ku li Tirkiyê bi taybet herêmên kurdî yên vî welatî di dema rewşa awarte de bi biryarnaman ji kar hatine derxistin zêdetirî 130 hezar kes in û vê yekê jî bandoreke xirab li ser rêjeya bêkariyê û bi giştî rewşa aboriya Tirkiyê kiriye. Li gorî raporekê ku nû hatiye belav kirin ji sedî 50yê kesên ku ji kar hatine derxistin hê jî bêkar in.

Bandora Rewşa awarte weke yek ji sedemên giring ê xirabûna rewşa aboriya Tirkiyê û zêdebûna rêjeya bêkariyê tê dîtin. Li gorî rapor û agahiyên fermî li Tirkiyê rêjeya bêkariyê ji sedî 11.6 e. Xelk jî  gazindan ji bêkarî û  ji bilindbûna bihayê kelûpelan dike.  

Parlementerekî HDPê ku heman demê endamê komisyona rewşa awarte ye raporek li ser zerar  û ziyanên du salî yên bi sedema rewşa awarte amade kiriye. Rapor ji 993 rûpelan pêk hatiye û ji bo amadekrina wê rasterast hevdîtin li gel 3 hezar û 776 kesan hatiye kirin.

Derbarê encamên raporê de Parlementerê HDPê Omer Faruk Gergerlîoglu ji Rûdawê re got: “Biryarnamên rewşa awarte di aliyê aboriyê de barekî giran çêkirin. Karmendên ku beriya rewşa awarte 3 hezar lîre dahat hebûn, niha neçar in ku  mehê bi 800 lîreyan debara xwe bikin. Ji sedî 95 kesên bêkar mayî gellek astengiyan dibînin, ji sedî 50 ji wan hêj bêkar in, ji sedî 14 ji wan rojana dikarin karekî erzan peyda bikin, tenê ji sedî 20 ji wan dikarin karekî  baş bikin.

Prof. Dr. Sibel Perçînel  du sal beriya niha di dema rewşa awarte de bi biryarnemeyekê ji wezîfeya xwe hate dûrxistin û dibêje ne tenê aborî hemû sistema jiyana min tevlihev bû.

Akademisyena ji kar dûrxistî Sîbel Perçînel wiha behsa xwe kir: “Min gellek zorî zehmetî dîtin, rewşa min a aborî bi temamî têk çû, lê dema ez niha li vê rapora hatiye amadekirin dinêrim, dibînim ku rewşa gellek kesan ji ya min xirabtir e.”

Li gorî amaran ji sedî 30 sedemên bikariya li Tirkiyê dûrxistina karmendan a ji kar e. Sedema ji rêjeya  ji sedî 60.6  kesên ku  di dema rewşa awarte de bêkar mane jî girtina dezgehên wan e ji aliyê hikumetê ve.