Akar: Artêşa Tirkiyê amade ye ji bo destpêkirina operasyona leşkerî li ser Minbicê
Wezîrê Bergîriyê yê Tirkiyê Hulusî Akar ragihand, artêşa Tirkiyê amade ye ji bo destpêkirina operasyona leşkerî li ser Minbic û rojhilatê Firatê, lê ji bo destpêkirina operasyonê li benda fermana Serokomar in.
Hulusî Akar di dema serdana navendeke leşkerî li bajarê Agirî li Kurdistana Tirkiyê de ragihand, hêzên Tirkiyê di amadebûna temam de ye ji bo destpêkirina operasyona leşkerî li ser Minbic û rojhilatê Firatê, lê li benda femana Serokomar Erdogan in.
Akar herwiha got: “Rê nadin ewlehiya welatê me rûbirûyî ti gef û metirsiyê bibe, divê ti kesek gûmanê nebe ku rê dê ji bo wan hebe, ji ber ku Tirkiye ti carî dest ji serwerî û serxwebûna xwe bernade.”
Akar amaje bi wê kir, “Tirkiye rê nade karîdorek ji teroristan re li bakurê Sûriyê çê bibe. Çavê Tirkiyê ne li xaka ti welatekî cîran e û rêz li yekîtiya xaka wan welatan digire û berî hemûyan jî Iraq û Sûriye.”
Piştî biryara vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê, gefên destpêkirina operasyoneke leşkerî li dijî Kurdên Sûriyê û rojhilatê Firatê ji aliyê Tirkiyê ve zêde bûye.
Lê Washington li ser zarê gelek rayedaran dibêjin, ew bê parastina Kurd ji Sûriyê venakişin. Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo jî tekez kir, heger Tirkiye êrîşî ser Kurdan hevpeymanên Amerîkayê li Sûriyê bike, dê bacê bide.
Di vê navberê de xelkê Minbicê ji artêşa Sûriyê dixwazin ku ji bo parastina wan û axa Sûriyê li hemberî dagîrkeriya Tirkiyê hêzên xwe bişîne vê deverê.