HDP: Zû yan dereng dê Tirkiye vegere Pêvajoya Aştiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i301889-hdp_zû_yan_dereng_dê_tirkiye_vegere_pêvajoya_aştiyê
Partiya Demokratîk a Gelan HDP radighîne: Çi zû, çi dereng hikûmeta Tirkiyê dê carek din vegere Pêvajoya Aştiyê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 01, 2019 14:26 Asia/Tehran
  • HDP: Zû yan dereng dê Tirkiye vegere Pêvajoya Aştiyê

Partiya Demokratîk a Gelan HDP radighîne: Çi zû, çi dereng hikûmeta Tirkiyê dê carek din vegere Pêvajoya Aştiyê.

Hevseroka HDP, Perwîn Buldan bi helkefta salvegera rêkeftina Dolmabahçeyê daxûyaniyek nivîskî belav kir û ragihand, ko Rêkeftina Dolmahçeyê ji bo welatek demokratîk û mayîndekirina aştiyê bû.

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyîb Erdogan maseya aştiyê hilweşand û dawiya pêvajoya çareseriyê anî. Lê Hikûmeta Tirkiyê, çi zû, çi dereng dê di dawiyê de vegere Rêkeftina Dolmabahçeyê û Pêvajoya Aştiyê.

4 sal berê di navbeyna şandeya hikûmetê û şandeya HDP de di çarçoveya Pêvajoya Aştiyê de Rêkeftina Dolmabahçeyê hatibû ragihandin, lê piştre Erdogan ew rêkeftin nas nekiribû.