Enqere rê li ber karê nûçegîhanên bîyanî li Tirkîyê digire
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i301880-enqere_rê_li_ber_karê_nûçegîhanên_bîyanî_li_tirkîyê_digire
Sazîya Raporterên Bêsînor ji hikûmeta Tirkîyê bi hegera çawanîya serederîya digel nûçegîhanên navnetewî yên çalak li Tirkîyê rexne girt û ji vî welatî xwest ku rê li ber karê mêdyakarên navnetewî li Tirkîyê negire.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 01, 2019 13:18 Asia/Tehran
  • Enqere rê li ber karê nûçegîhanên bîyanî li Tirkîyê digire

Sazîya Raporterên Bêsînor ji hikûmeta Tirkîyê bi hegera çawanîya serederîya digel nûçegîhanên navnetewî yên çalak li Tirkîyê rexne girt û ji vî welatî xwest ku rê li ber karê mêdyakarên navnetewî li Tirkîyê negire.

Li gorî rapora Rojnama Duvar`ê, Sazîya Raporterên Bêsînor ji hikûmeta Tirkîyê bi hegera çawanîya serederîya digel nûçegîhanên navnetewî yên çalak li Tirkîyê rexne girt û ji vî welatî xwest ku rê li ber karê mêdyakarên navnetewî li Tirkîyê negire û dema destûrnama nûçegîhanên ku mohleta karkirina wan bi dawî hatîye, dirêj bike.

Di daxûyanîya Sazîya Raporterên Bêsînor de hatîye: Hikûmeta Tirkîyê pêşî li karê nûçegîhanên bîyanî li vî welatî digire û vî karî di çarçova bisînorkirina karên ajans û navendên nûçeyan ên serbixwe dike. Rayedarên Tirkîyê divê şert û mercên pêwîst jibo karkirina azad a nûçegîhanên bîyanî li Tirkîyê dabîn bike.

Şayanî gotinê ye ku ev daxûyanîya Sazîya Raporterên Bêsînor di halekî da tê weşandinê ku duh li Enqerê rê nehat dayînê ku nûçegîhanên bîyanî di civîna çapemenîyê ya Wezîrê Xizînedarîya Tirkîyê Berat Albayrak û Alîkarê Komsyona YE`yê pişkdar bibin.