Tirkiye dixwaze boykotên yekalî yên Amerîkayê li dijî Îranê nemînin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i301944-tirkiye_dixwaze_boykotên_yekalî_yên_amerîkayê_li_dijî_Îranê_nemînin
Wezîrê karên derve yê Tirkiyê got: Enqere çi ji destê wê were dike ji bo ku boykotên yekalî yên Amerîkayê li dijî Komara Îslamî ya Îranê werin rakirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 03, 2019 11:42 Asia/Tehran
  • Tirkiye dixwaze boykotên yekalî yên Amerîkayê li dijî Îranê nemînin

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê got: Enqere çi ji destê wê were dike ji bo ku boykotên yekalî yên Amerîkayê li dijî Komara Îslamî ya Îranê werin rakirin.

Ajansa Anadolu Newsê wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawûşoglu duh li rûniştina «Bandora Panaromaya Siyaseta Derve ser Armancên Derfirotinê»  li bajarê Bûrsayê got: Enqere çi ji destê wê were dike ji bo ku boykotên yekalî yên Amerîkayê li dijî Komara Îslamî ya Îranê werin rakirin.

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê herwiha got: Yekitiya Ewropayê jî her wek Tirkiyê bawer e ku biryara rayedarên amerîkî derheq bikaranîna boykotên yekalî li dijî Komara Îslamî ya Îranê tam şaş inû ji bo rakirina van boykotan gişt hewldana xwe bikar tîne.

Çawûşoglu herwiha li gotineke xwe ya din desnîşan kir ku welatê wî li avakirina dubare ya Iraqê beşdar dibe û got: Enqerê li konferansa Kuweytê peyman daniye ku qasî pênc milyard dolaran ji bo avakirina Iraqê kredîtê bide û kompaniyên tirkiyeyî ku li Iraqê sermaya xwe bidin xebitandinê dikarin ji vê kredîtê îstifade bikin.