-
Çavûşoglu: Tirkîye bê şik dê Mertala Mûşekî ya S-400`ê ji Ûrsêtê bikirre
Nîsan 04, 2019 02:27Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê şeva buhurî pêgir kir ku welatê wî bê şik dê Mertala Mûşekî ya S-400`ê ji Ûrsêtê bikirre.
-
Dewama gengeşa HDP û AKP`ê ser dengên bazineya Şirnexê
Nîsan 04, 2019 06:20Şaredariya Şirnexê piştî 15 salan di vê hilbijartinê de ji destê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derket û kete destê AKP`ê. Parlamenterekî HDP`ê dibêje dewletê 8 hezar polîs û leşker anîne Şirnexê û dengê wan bikar anîn. Lê Serokê AKP`ê jî van îdiayên HDP`ê red dike û dibêje xelkê Şirnexê ji bo aramiyê dengê xwe daye AKP`ê.
-
Dengên çend deverên Istenbolê dê careka din bên hejmartinê
Nîsan 04, 2019 05:20Bi dû biryara Civata Bilind a Hilbijartinên Tirkîyê, dengên Hilbijartinên Şaredarîyan li hin deverên Istenbolê dê careka din bên hejmartin.
-
Li Şinexê nerazîbûna HDP`ê nehat qebûlkirinê, hikmê fermî yê Şaredarîyê dan berbijarê AKP`ê
Nîsan 03, 2019 14:46Civata Bilind a Hilbijartinên Tirkîyê hemî nerazîbûnên Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) derheq encamên hilbijartinan li Şirnexê ret kirin û hikmê fermî yê Şaredarîyê raberî Mehmed Yarka ji Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP) kir.
-
Dawûdoglu amadekarîya damezirandina parîtyeke nû li Tirkîyê dike
Nîsan 03, 2019 14:25Rojnameyeke Tirkîyê idia kir ku Serokwezîrê berê yê Tirkîyê Ehmed Dawûdoglu amadekarîya damezirandina partîyeke nû ya sîyasî dike.
-
Enqerê bersiva daxûyanîya Waşîngtonê ya têkildarî hilbijartinên li Tirkîyê da
Nîsan 03, 2019 13:02Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê Hamî Aksoy bertek li hemberî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ya derbarê hilbijartinên 31`ê Adarê de nîşan da got: “Mafê ti welatekî nîne, bi awayekî dûrî hiqûq û demokrasiyê, midexaleyê di encamên hilbijartinên welatekî din de bike.”
-
Sirri Sakik: Rewşa li Mûşê ji ya li Istenbolê xirabtir e
Nîsan 03, 2019 13:02Berbijarê Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) di hilbijartinên Şaredarîyên Tirkîyê li şarê Mûşê ku bi 611 dengên kêmtir himberî berbijarê AKP`ê nekarî bibe Şaredar, amajeyî vê yekê kir ku dengên wî hatine dizînê û got ku rewşa li Mûşê ji ya li Istenbolê xirabtir e.
-
Li Mûşê rewşa awarte hat ragihandin
Nîsan 02, 2019 13:43Dewleta Tirkiyê bi armanca pêşîlêgirtina ji qewimîna kêşe û tevliheviyê piştî hilbijartinên herêmî li bajarê Mûşê bi qasî 15 rojan rewşa awarte ragihand.
-
Pêgirîya Serokomarê Tirkîyê ser jinûvehejmartina dengan li Enqerê
Nîsan 02, 2019 12:23Serokomarê Tirkîyê xwest ku dengên hilbijartinên şaredarîyan li bazineya Enqerê careka din bên hejmartinê.
-
Ozhaski: Piştî hilkolandina nerazîbûnan, encam her çi be em dê qebûl bikin
Nîsan 02, 2019 05:58Berbijarê Hevalbendîya Cumhûrê ji AKP`ê Mehmed Ozhaski bi dû işkesta di hilbijartinên Şaredarîyan de got: Encama ku piştî hilkolandina gilînameyan were ragihandinê, her çi be em ê qebûl bikin.