Ozhaski: Piştî hilkolandina nerazîbûnan, encam her çi be em dê qebûl bikin
Berbijarê Hevalbendîya Cumhûrê ji AKP`ê Mehmed Ozhaski bi dû işkesta di hilbijartinên Şaredarîyan de got: Encama ku piştî hilkolandina gilînameyan were ragihandinê, her çi be em ê qebûl bikin.
Ligorî rapora NTV`yê, Berbijarê Hevalbendîya Cumhûrê ji AKP`ê Mehmed Ozhaski di hilbijartinên Şaredarîyan li bazineya Istenbolê piştî işkesta himberî berbijarê CHP`ê got: Di rojên bê de bi hezkirina Xwedê em dê encamên baş bi dest bixin. Hin gilîname hatine raberkirinê. Hegera nerazîbûna eva ye ku nabe heta dengek jî ji nav here. Encama ku piştî hilkolandina gilînameyan were ragihandinê, her çi be em ê qebûl bikin. Ez sipasîya hemî endamên teşkîlata AKP`ê dikin.
Wî herwiha got: Me tu hewlek jibo guhertina teqil a encama hilbijartinê nedaye. Em tenê dixwazin vîna gel wisa ku derbasî sandiqan bûye, xûya bike. Roja îro jî em dê bi palpiştîya qanûnên ku me hertim pêgirî ser wan kirîye, kar bikin.