-
AKP`ê bertek nîşanî serketina berbijarê CHP`ê li Istenbolê da
Nîsan 02, 2019 00:26Serketina berbijarê Partîya Komarxwaz a Gel (CHP) di hilbijartinên Şaredarîyan li Istenbolê de, pêrgî berteka Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP) bû.
-
Hejmara Parêzgehên ku HDP`ê li wan ser ketiye ji 11`an daket 8`an
Nîsan 01, 2019 14:32Partiya Dêmokratîk a Gelan (HDP) a Tirkiyê li vê dora Hilbijartina Şaredarî û Konseyên Herêmî ku duh anku Yekşemiyê, 31`ê Adara 2019`an hat lidarxistin, bi jidestdana navendên gellek girîng ên mîna Colemêrg, Agirî, Bitlîs û Dêrsîmê û tenê bi zêdekirina parêzgeha Qersê di lîsta sala 2014`an de, ji 11 parêzgehên ku di sala 2014`an da li wan bi ser ketibû, gihîşte 8 parêzgehan.
-
Hevserokê HDP`ê: Hêvî, dêmokrasî û aştî serketine
Nîsan 01, 2019 12:35Hevserokê Partiya Dêmokratîk a Gelan (HDP) a Tirkiyê, Sezayî Temellî di civîneke çapemeniyê li navenda vê partiyê de amajeyî encamên hilbijartina Şaredariyan a 2019`an kir û got: Hêvî, Dêmokrasî û Aştî serketine. Gelê Kurd bi fedakariyeke mezin berpirsiyariya xwe cih anî.
-
Kemal Kiliçdaroxlu: Gelê Tirkiyê pişta gelserweriyê girt
Nîsan 01, 2019 12:30Serokê Partiya Komarxwaz a Gel (CHP) a Tirkiyê got: Gelê Tirkiyê di hilbijartinên Şaredariyan û Konseyên Gund û bajêran de pişta gelserweriyê girt.
-
Erdogan soza çaksazîyên aborî li Tirkîyê da
Nîsan 01, 2019 12:05Serokomarê Tirkîyê basa çaksazîyên aborî yên nû li vî welatî da.
-
Berdevkê CHP`ê: Serketina Ekrem Imamoglu li Istenbolê teqil û bêveger e
Nîsan 01, 2019 11:55Alîkar û Berdevkê Partîya Komarxwaz a Gel (CHP) amajeyî rewşa hilbijartinên 31`ê Adarê li Istenbolê kir û got: Serketina Ekrem Imamoglu li Istenbolê teqil û bêveger e.
-
AKP li pêş partîyên ketîye
Nîsan 01, 2019 05:26Li gor encamên nefermî yên hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê, heta niha AKP û CHP`ê şaredariyên piraniya parêzgehan bi dest xistine.
-
Wezareta Navxwe ya Tirkiyê: Di 310 bûyeran de 4 kesan canê xwe ji dest dan
Adar 31, 2019 16:55Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, hejmara bûyer û aloziyên ku di roja hilbijartinan de çê bûne, aşkere kir û ragihand, di bûyer û aloziyan de 4 kesan canê xwe ji dest dane û 63 kes jî birîndar bûne.
-
Hilbijartina li Tirkîyê bi dawî hat
Adar 31, 2019 14:55Dengwergirtina di çarçova hilbijartinên Şaredarî û Civatên Gund û bajêran li Tirkîyê de bi dawî hat û hejmartina dengan jî destpê bûye.
-
Tirkîye amadekarîya destdirêjiya dijî rojhilata Firatê dike
Adar 31, 2019 14:32Wezîrê Berevanîyê yê Tirkîyê ragihand ku planên vî welatî jibo destpêkirina destdirêjiya li rojhilata çemê Firatê li axa Sûrîyê amade ne.