AKP`ê bertek nîşanî serketina berbijarê CHP`ê li Istenbolê da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i302902-akp_ê_bertek_nîşanî_serketina_berbijarê_chp_ê_li_istenbolê_da
Serketina berbijarê Partîya Komarxwaz a Gel (CHP) di hilbijartinên Şaredarîyan li Istenbolê de, pêrgî berteka Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP) bû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 02, 2019 04:56 Asia/Tehran
  • AKP`ê bertek nîşanî serketina berbijarê CHP`ê li Istenbolê da

Serketina berbijarê Partîya Komarxwaz a Gel (CHP) di hilbijartinên Şaredarîyan li Istenbolê de, pêrgî berteka Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP) bû.

Serokê Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê duh bi ragihandina fermî ya encamên hilbijartinan li Istenbolê ragihand ku Berbijarê CHP`ê Ekrem Imamoglu bi 23 hezar û 835 dengên zêdetir ji dengên Berbijarê AKP`ê Binelî Yildirim, wekî Şaredarê Istenbolê hat bijatinê.

Sêkrêtêrê AKP`ê ragihandibû ku Berbijarê vê partîyê Binelî Yildirim di hilbijartina Şaredarîyên Istenbolê de serketîye û CHP sextekarî kirîye. Wî herwiha got ku AKP`ê yê nerazîbûna xwe derheq sextekarîya di hilbijartinan a li Istenbol û Enqerê raberî dezgehên peywendîdar bike.

Eva di halekî da ye ku Berbijarê CHP`ê Ekrem Imamoglu piştî ragihandina serketina xwe li bazineya Istenbolê bi gotina vê yekê ku AKP`ê di fikra sûdwergirtina ji dengên Batil jibo guhertina qada sîyasî bû, dîyar kir ku niha 290 hezar dengên batil hene û eva di halekî da ye ku di hilbijartinên sala 2014`ê de zêde ji 400 hezar dengên Batil hebûn lê AKP`ê qet li hember vê yekê nerazîbûna xwe nîşan neda.

Serokê Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkîyê Sadi Guven duh ragihand ku berbijarê CHP`ê Ekrem Îmamoglu bi 4 milyon û 159 hezar û 650 dengan li pêş Binali Yildirim e ku 4 milyon û 131 hezar û 761 deng bi dest xistine.