AKP li pêş partîyên ketîye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i302875-akp_li_pêş_partîyên_ketîye
Li gor encamên nefermî yên hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê, heta niha AKP û CHP`ê şaredariyên piraniya parêzgehan bi dest xistine.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 01, 2019 05:26 Asia/Tehran
  • AKP li pêş partîyên ketîye

Li gor encamên nefermî yên hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê, heta niha AKP û CHP`ê şaredariyên piraniya parêzgehan bi dest xistine.

Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Anadoluyê, heta niha li seranserê Tirkiyê %91.15 sindoqan hatine vekirin û dengên di wan de hatine hejmartin. Lê Saziya Hilbijartinan a Tirkiyê ti amareke fermî belav nekiriye.

Li gor van encamên nefermî, AKP`ê %44.95`ê dengan, CHP`ê %30.25`ê dengan, IYI Partî %7.39`ê dengan, MHP`ê %6.80`ê dengan û HDP`ê %4.01`ê dengan bi dest xistine.

Herwiha li gor encamên nefermî, %6.60`ê dengan jî ji bo aliyên din û namzedên serbixwe çûne.

Bi van encaman, AKP li seranserê Tirkiyê li 40 parêzgehan serketiye û 778 şaredarî bi dest xistine.

CHP`ê li 20 parêzgeh serketiye û 242 şaredarî bidest xistine û MHP`ê li 12 parêzgehan serketiye û 236 şaredarî bidest bixstine.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî li 7 parêzgehan serketîye û bi giştî 68 şaredarî bi dest xistine.

IYI Partî ya bi serokatiya Merak Akşener jî bi giştî 22 şaredarî bi dest xistine.

Ligorî van encamên ku hatine ragihandin, Partiya Komonîst a Tirkiyê (TKP) parêzgeha Dêrsimê bidest xistîye û namzedekî serbixwe jî li parêzgeha Kirklarelî  serketiye.