Tirkîye amadekarîya destdirêjiya dijî rojhilata Firatê dike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i302862-tirkîye_amadekarîya_destdirêjiya_dijî_rojhilata_firatê_dike
Wezîrê Berevanîyê yê Tirkîyê ragihand ku planên vî welatî jibo destpêkirina destdirêjiya li rojhilata çemê Firatê li axa Sûrîyê amade ne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 31, 2019 14:32 Asia/Tehran
  • Tirkîye amadekarîya destdirêjiya dijî rojhilata Firatê dike

Wezîrê Berevanîyê yê Tirkîyê ragihand ku planên vî welatî jibo destpêkirina destdirêjiya li rojhilata çemê Firatê li axa Sûrîyê amade ne.

Wezîrê Berevanîyê yê Tirkîyê Xulûsî Akar ku seredana leşkerên vî welatî yên li sînorê Tirkîye û Sûrîyê kiribû, ragihand ku Artêşa Tirkîyê jibo êrîşa li rojhilata Firatê hazir e û em ê di dema pêwîst de bi fermana Serokomarê Tirkîyê planên hanê cih bînin.

Wezîrê Berevanîyê yê Tirkîyê pêgirî kir ku "tenha armanca wan jinavbirina têrorîstan e" û "ew ê rê nedin ku têrorîst li bakura Sûrîyê serdest bibin".

Akar di dewama xeberdana xwe da basa pêwîstîya çareserkirina meseleyên di navbera Tirkîyê û welatên cînarê Enqerê de kir û got ku Tirkîye xwazyarê peywendîyên anegorî cînaretîya baş digel welatên cînar e.

Wî di eynî halî de pêgirî kir ku Enqere bi tu awayî ji berjewendîyên gel û welatê Tirkîyê derbas nabe.