Li Mûşê rewşa awarte hat ragihandin
Dewleta Tirkiyê bi armanca pêşîlêgirtina ji qewimîna kêşe û tevliheviyê piştî hilbijartinên herêmî li bajarê Mûşê bi qasî 15 rojan rewşa awarte ragihand.
Li gorî rapora roja Sêşemiyê ya IRIB Newsê, Ev biryar li pey serketina AKP`ê li hemberî HDP`ê li vî bajarî hat dayîn.
Berendamê AKP`ê bi bidestxistina %34,83`ê dengan li hemberî berendamê HDP`ê bi sedî 33.49`ê dengan wek şaredarê Mûşê hatiye ragihandin û HDP`ê tevî amajeya bi destwerdana di du hezar û pênsid dengan de nerazîtiya xwe li hemberî vê encamê ragihandiye.
Li gorî ragihandina parêzgariya Mûşê, di 15 rojên tê da her cûre kombûna nerazîtiyê, meş û hevpeyîvîna bi çapemeniyan ra qedexe ye.
Encama ragihandî ya hilbijartina şaredariyên Tirkiyê li seranserî bajarên vî welatî ji billî hin bajarên mezin, nîşana pêşengiya berendamên ser bi hevpeymaniya partiya serdest e.
Li aliyê din, hevpeymaniya dijberan jî sedî 38`ê dengan bi dest xistiye.
Ev li halekî ye ku dijberên AKP`ê li hilbjartina bajarên mezin ji wan Enqere û Stenbûl û Izmîrê ser ketine.
Hilbijartina şaredar û konseyên herêmî yên Tirkiyê duh anku Yekşemiyê li 81 parêzgehan hat lidarxistin.
Li vê hilbijartinê 13 partî ketin rikeberiyê.