Dawûdoglu amadekarîya damezirandina parîtyeke nû li Tirkîyê dike
Nîsan 03, 2019 14:25 Asia/Tehran
Rojnameyeke Tirkîyê idia kir ku Serokwezîrê berê yê Tirkîyê Ehmed Dawûdoglu amadekarîya damezirandina partîyeke nû ya sîyasî dike.
Nivîskarê Rojnama Haberturkê Fatih Altayli idia kirîye ku piştî ragihandina encamên hilbijartinên 31`ê Adarê, Serokwezîrê berê yê Tirkîyê Ehmed Dawûdoglu jibo damezirandina partîyeke sîyasî ya nû bikeve dewrê û bi hin wezîrên berê yên kabîna Erdogîn ji wan Beşîr Atalay, Suat Kiliç, Mehmed Şîmşek û Elî Babacan re gotûbêj kirîye.
Ligorî gotina Altayli, ew partîya heta sê mehên din piştî kemilîna kabîna niha û alûgurên AKP`ê dê were ragihandin.