Enqerê bersiva daxûyanîya Waşîngtonê ya têkildarî hilbijartinên li Tirkîyê da
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê Hamî Aksoy bertek li hemberî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ya derbarê hilbijartinên 31`ê Adarê de nîşan da got: “Mafê ti welatekî nîne, bi awayekî dûrî hiqûq û demokrasiyê, midexaleyê di encamên hilbijartinên welatekî din de bike.”
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê Hamî Aksoy bi awayekî nivîskî bersîva daxuyaniya Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Robert Palladino ya derbarê hilbijartinên şaredariyên Tirkiyê de da û ji Amerîkayê xwest ku rêzê li demajoya qanûnî bigire û xwe ji her pêngava ku diqewime bi wateya destwerdana di karên navxweî yên Tirkîyê de bê zanînê, dûr bigire.
Serokê Dayra Ragihandinê ya Serokomariya Tirkîyê Fexredîn Altun jî bersiva daxuyaniya Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Robert Palladino da û got: “Hilbijartina roja Yekşemê bi aramî hatiye encamdan. Hilbijartin bingeha demokrasiya me ye. Miletê me ev 70 sal in, îradeya xwe bi sindoqên dengdanê nîşan dide. Em daxwazê ji tevahiya aliyên têkildar û welatê biyanî dikin ku rêzê li pêvajoya yasayî bigirin û xwe ji pêngavên ku wek xwe tevlîkirina karên navxwe yên Tirkiyê bê dîtin, dûr bixin.”
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Robert Palladino derbarê hilbijartinên Şaredariyên Tirkiyê de ragihand: ``Hilbijartinên azad û dadmend beşeke girîng a demokrasiyê ne. Herwiha qebûlkirina encamên rewa jî di heman demê de beşeke girîng a demokrasiyê ye.”