-
Brîtanya ji ber êrişa Tirkiyê ser kurdên Sûriyê şandina çekan bo Tirkiyê da sekinandin
Çirî 15, 2019 10:00Hikûmeta Brîtanya ji ber êrişên Tikriyê li ser bakura Sûriyê û kurdên vî welatî biryar da şandina çekan bo Tirkiyê bide sekinandin.
-
Hevserokên şaredariyên Nisêbîn, Colemêrg, Gever û Erdîşê hatin desteserkirin
Çirî 15, 2019 13:23Îro li herêmên kurdî li Tirkiyê, hevserokên şaredariyên Nisêbîn, Colemêrgê, Gever û Erdîşê hatin desteserkirin.
-
Ji ber bordûmana şer 2 kes mirin 12 kes birîndar bûn
Çirî 15, 2019 13:16Operasyona leşkerî ya Tirkiyê bo ser herêmên kurdî li bakura Sûriyê berdeam dike û tesîra şer li deverên kurdnişîn ên Tirkiyê jî dibe. Topeke hawênê li gundekî Qoserê yê ser bi Mêrdînê ket û di encamê da 2 kes mirin û 11 kes jî birîndar bûn.
-
Ji Çînê bo Tirkiyê: Wegerin ser rêya rast
Çirî 15, 2019 12:50Komara Çînê derbarê êrîşên artêşa Tirkiyê yên li ser kurdên Sûriyê li bakura vî welatî ji Tirkiyê xwest wegere ser rêya rast.
-
Ji ber êrişa Tirkiyê, serokomarê Amerîkayê Rewşa Awarte ya Neteweyî li Amerîkayê ragihand
Çirî 15, 2019 10:04Ji ber êrişa dagîrkerî ya Tirkiyê ser bakura Sûriyê û revîna hin endamên DAIŞê ji zîndanên kurdên Sûriyê, serokomarê Amerîkayê "Rewşa Awarte ya Neteweyî" li Amerîkayê ragihand.
-
Amerîka ji ber êrişa Tirkiyê ceza bi ser sê wezîr û du wezaretên Tirkiyê de sepand
Çirî 15, 2019 09:30Amerîka ji ber êrişên Tirkiyê li ser bakura Sûriyê û kurdên vî welatî, ceza bi ser sê wezîr û du wezaretên Tirkiyê de sepand.
-
Le Drian: Fransa û Almanya bi hev re ji Tirkiyê xwestine êrişên xwe li bakura Sûriyê rawestîne
Çirî 15, 2019 09:20Wezîrê Derve yê Fransayê şeva borî got:Parîs Û berlîn dixwazin Tirkiye bi lez operasiyona xwe ya leşkerî li bakura Sûriyê rawestîne.
-
Serokkomarê Qibrisa tirknişîn: Tişta ji "Kaniya Aştiyê" ya Tirkiyê diherike xwîn e ne av e
Çirî 15, 2019 08:32Serokkomarê Bakûrê Qibrisê (Qibrisa Tirknişîn) Mustafa Akinci êrîşên dewleta Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê rexne kir û diyar kir ku her çi qas navê wê “Kaniya Aştiyê” jî bibe, lê tişta ku ji wê kaniyê diherike, ne av e xwîn e.
-
Nancy Pelosi: Em ê biryara Trump hilweşînin
Çirî 15, 2019 07:59Seroka Meclisa Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosi beriya bi demekê aşkere kir ew ê hewl bidin biryara Serokomarê Amerîkayê Donald Trump a vekişandina hêzên wan ji Rojavayê Kurdistanê hilweşînin.
-
200 kesayetîyên navdar ên cîhanê dijî êrişa Tirkîyê ser bakura Sûrîyê derketin
Çirî 14, 2019 13:34200 kesayetîyên navdar ên cîhanê ji wan nivîskar, feylesof, têorîsîyen, zanyar, akadêmsîyen û hwd ji 21 welatên cîhanê bi kempêynekê dijberîya xwe himberî opêrasyona Artêşa Tirkîyê û têrorîstên ser bi Enqerê ya dijî bakura Sûrîyê ragihandin.